Home / Lêkolîn û gotar / Zimanê Nasnameyên Winda

Zimanê Nasnameyên Winda

Hisên Zêdo

Pêşgotin:

Nasname wateya danasîna rastîya çand û hebûnê ye û cudebûna ji nasnameyên din e. Li kêleka nasnameya kesîn a her mirovekî, nasnameyeke wî ya civakî jî heye ku tê de xwe dispêre civaka xwe û wekî berdevkê wê nasnameyê diaxêve.

Daxistina dosyayê wekî PDF

Li gelek deverên cîhanê, ji ber gelek sedeman û di bin gelek mercên zehmet de, carinan bi zextan û carinan bi xapandinê, nasnameya mirovan hatiye windakirin. Mirovên ku ji wê nasnameya windakirî bin, zimanê wan dibe berdevkê nasnameyên xwedîhêz.

Deverên ku şer bi dijwarî lê qewimîbe, an deverên ku civakên wan hatibin dagirkirin; li wan deveran mînaka mezin a windabûna nasnameyê di zimanê wan civakan de berz û xuyanî dibe.

Rastîya nasnameya komikên mirovan an kesayetîya wan bi du awayan têne windakirin û ji rêza nasnameyan derdikevin: Di rêya jibîrkirina rastîya wê nasnameyê re, çi bi zextan be, çi bi xapandinê be, an di rêya bikaranîna çewt -a berevajî rastîya wê nasnameyê- li beranberî komikên mirovan an kesan re.

Her du alîyên windabûna rastîya nasnameyê dihêlin ku windabûn di zimanê wê nasnameyê de çêbibe û bobelata şer û carinan a qirkirinê bi ser xwedîyên xwe de û bi ser civaka hawirdora xwe de jî bîne.

Xwedîyên wê nasnameya windakirî, çi nasnameyên neteweyî bin, olî bin, mezhebî bin û çi kesayetî bin jî, bi windabûna nasnameya wan re, zimanê doza mafê wan, çanda wan û danasîna wan jî tê guhertin.

Zimanê Neteweyên Nasnamewinda/Bênasname:

Nasnameya neteweyan her dem bi nasîna sînorên xaknîgarîya ku ew netewe lê dijî ve hatiye girêdan û her weha girêdayî mafê neteweyî bi giştî, lewma piştî windabûna nasnameyê di bin zext û xapên dagirkerên wê neteweyê de, ew netewe çand û mafên xwe jî ji bîr dike û pê re zimanê xwe yê dayîkê yan ji bîr dike yan jî di ramanên wê neteweyê de bênirx dibe, ji ber ku zimanê dayîkê jî yek ji nirxên neteweyî yên bingehîn e. Bi windabûna/windakirina nasnameyê re, di zimanê wê neteweyê de danasîna çanda wê jî tê guhertin û ew netewe çarenivîsa xwe bi siberoja neteweyên dagirker ve girê dide, ber bi windabûna vîna xwe ve diçe û di gola bêhêvîtîyê de diniqume. Di zimanê neteweyên nasnamewinda de sûd û siberojeke zelal ne xuya ne, ji ber ku zimanê wê neteweyê ne girêdayî çand û nasnameya wê ye. Neteweya nasnamewinda, nifş bi nifş çanda xwe winda dike, dûrî berjewendîyên xwe dikeve, ber bi berjewendîyên neteweyên dagirker ve diçe û di hundirê çanda dagirkeran de tê bişaftin. Ev alîyekî windabûna/windakirina rastîya nasnameya neteweyî ye. Alîyê din ê windabûna rastîya nasnameya neteweyî dema ew netewe nasnameya xwe bi tundî dide nasîn û berz dike, belî dibe. Di wê windabûna rastîya nasnameya xwe de, zimanê wê neteweyê ber bi tundî û şer ve diçe, li şûna pêşkertin û geşbûna çanda xwe, paşketin û wêranbûnê tîne. Di her du awayên windabûna rastîya nasnameya neteweyî de, zimanê wê neteweyê nema xizmeta wê dike û di vî warî de nimûneyên gelên bindest li ber çavan in.

Di sedsala bihurî de, gelek caran dawîya nasnameya neteweyî dihat ragihandin, nexasim piştî Şerê Cîhanê yê Duyem. Di vî alîyî de, lîberalîzm û marksîzmê bi dengekî bilind diaxêvîn û banga guhertina nasnameya neteweyî bi nasnemeyên din dikir, mîna nasnameyên girêdayî  berjewendiyên qatên civakî. Ev yek bi zimanê guhertinê ne bi zimanê windabûnê dihat ragihandin.

Zimanê Ol û Mezhebên Nasnamewinda:

Nasnameyên olî yan mezhebî ne girêdayî zimanekî tenê ne, ji ber ku her ol û mezhebek bûye cihê bawerîya hin milet û civakan, lê zimanê wan ê parastinê yek e. Li gel vê rastîyê jî, pêwendîya di navbera nasnameyên olî û mezhebî û nasnameyên neteweyî de bi temamî nehatiye birîn. Li gelek deveran nasnameya neteweyî wekî tacêwîya nasnameya olî û mezhebî derketiye holê. Mînaka hevgirêdana di navbera nasnameya Neteweya Erebî û nasnameya Ola Îslamê de mînaka herî berbiçav e. Girêdana di navbera nasnameya neteweyî û olî/mezhebî de -ku di encama sîyasetê de derketiye holê- rastîya nasnameya wan ol û mezheban jî bi xwe re winda kiriye û rastîya zimanê wan ol û mezheban guhertiye .

Civakên ku rastîya nasnameya ol û mezhebên wan di bin zextên dagirkeran de ketine ber hewldana windakirinê, zimanê wan berê xwe dide tolhilanînê û kînê li beranberî civakên xwedî ol û mezhebên dagirker digirin. Ew civaka ku hewldana windakirina nasnameya wê hatiye kirin, di qonaxên dîrokê de her dem li bawerîyên xwe gerîyaye û dagerîyaye û ji bo vegera xewnên bawerîyên xwe di amadebaşîya şer de ye; Êzidayetî mînaka herî belî ya vê yekê ye.

Civakên ku ol û mezhebên xwe bi zimanekî tund didin nasîn û bi rêbazeke tund jî li ser firehkirina danasîna bawerîyên xwe dixebitin, ew jî bi aweyekî din rastîya nasnameyên ol û mezhebên xwe winda dikin û zimanê wan dibe zimanê ol û mezhebeke tunderê ku dûrî rastîya bawerîyên wan ol û mezheban e. Ji bo firehkirina sînorên bawerîyên xwe, hemû qanûnên xwezayî, mirovî û yên bawerîyan jî binpê dikin. Zimanê wê civakê nema xizmeta pêşketina wê dike, lê berevajî wê, berê wê civakê dide rêyeke tarî.

Zimanê Kesayetîyên Nasnamewinda:

Kesayetîyên nasnamewinda dibin berdevkên nasnamiyên din, ji ber ku mirov bê nasname nikare bijî, lewma kesayetîyên nasnamewinda xwe di bin kirasê nasnameyên bîyan de vedişêrin. Kesayetîyên nasnamewinda zimanê xwe yê dayîkê berî her tiştî winda kiriye û wekî nasname ji xwe re nabînin, ku karîbin di rêya zimanê xwe re derbasî civakê bibin û wekî kesayetî xwe tê de bibînin, çunku di rêya zimanê dayîkê/bav û kalan re her mirovek nasnameya xwe bi hêzdarî radighîne û di rêya wî zimanî re jî nasnameya xwe diparêze. Kesên ku zimanê dayîkê winda kiriye, nasnameya xwe jî wekî kes winda kiriye.

Dûmahî:

Hebûn û rastîya nasnameyên neteweyî, olî, mezhebî û kesîn, tim û tim di rêya ziman re hatine dîyarkirin, ji ber ku ziman kadîna pergalên hebûna wê nasnameyê ye û xodîka siberoja wê ye. Dema ziman winda dibe, nasname jî nema dikare şêweyên xwezayî yên bingehîn ên cewherê xwe bide xuyanî û biparêze û pê re girêdana di navbera kultur, dîrok û dahatîya wê nasnameyê de tê birîn. Nasnameya winda nema dikare rêya dahatîya xwe zelal bike û zimanê wê nema dikare têkilîyan bi civakan re deyne. Her weha dûrî teknolojîya  nûjen jî dikeve.

Ji alîyekî din ve, banga girêdana bi nasnameyê ve, li gor kesên ku pîvanên bipêşveçûnên hemdem hildibijêrin tê nasîn; wekî derîyekî girtî û ramaneke pûç û paşketî.

Li gor xwedîyên wê nêrîna hemdem, girêdana bi nasnameyê ve, ji bilî encamên neyînî, dê di siberojê de tu tiştî bi ser xwedîyên nasnameya xwe de neyîne. Li gor nêrîna hemdem, cîhana me roj bi roj dibe wekî gundekî piçûçik û ji ber wê jî gerek e her nasname, li şûna ku sînoran ji xwe re deyne, derîyên xwe li pêş cîhanê veke û ji sînorên nasnameyê derbas bibe, ji ber ku ew nêrîn dixwaze cîhanê wekî laşekî bighîne hev û li şûna nasnameyên demdirêj, nasnameyên nerm û demkurt çêke, ku karîbin di her demê de xwe biguherînin û hemû nasname bi zimanekî danasînê biaxêvin, ev jî ji bo nasnameyê metirsîyek e û çarenivîsa dîrok, çand, ziman, bawerî û her tiştên ku nasnameyan ji hev cuda dikin, li ber bahozeke xurt dadiweşîne.

Check Also

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De I

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De I Xerzî Xerzan Daxistina Dosyayê wekî PDF Navê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *