Home / Lêkolîn û gotar / Ziman û Nasname

Ziman û Nasname

Luqman Yûsif

Di pênasînê de, ziman alava hevgihîna civakî ye. Ew civaka mirovahîyê ji hemû pêkhatîyên li ser xakê cuda dike, lewma ew bi nasnameya civakê tê nasîn. Ne tenê weha, ew ji her civakekê re jî dibe navnîşan û wê ji derûdoran cihêwaz dike.

Şiroveya li ser girîngîya ziman bi dawî nabe û ev yek dihêle em li ser hin babetên hilbijartî ên girêdayî bipêşveçûnên dîrokî, nemaze yên li ser bengiha ziman hatine avakirin, rawestin.

Ji ber ku ziman stûna avahî û berdewamîya civakê ye û bê ziman civak tê herifandin û hilweşandin -heger em nebêjin civaka bêziman tuneye-. Ew di encamê de mîna nasnameyê tê nirxandin û teqezkirin û ev helwest ji layê zanyarên pispor ên ziman ve tê pejirandin û pesendkirin.

Şirove û gengeşeya li ser ziman û şêweyê bikaranîna wî di dîroka civakan de pir berfireh û kûr û dirêj e. Ev di lêkolînên bi dehan zanyaran de dîyar û zelal e û di serî de zanyarê binavûdeng Ferdinand de Saussure.

Ji ber ku wekî me anî ziman ku şirove û axaftina li ser ziman berfireh e, ev dibe sedem ku em nikarîbin bi hûrbînî li ser rawestin û hemû qonaxên dîrokî yên girêdayî ziman bi giştî û gelemperî ji nav hev derxin. Ji ber wilo hêja ye em li ser xaleke girîng rawestin ku ew jî xala ziman û nasnameyê ye.

Li gor pêvajoyên dîrokî yên civakan, pîvanên nirxandina ziman û her weha li gor helwestên zanyaran, ziman ne tenê nasnameya civakekê ye, lêbelê ew navnîşana wê ye jî. Ew dîroka wê civakê diçespîne; ew dîroka wê ya rastîn e. Ji ber wilo dema dîroka civakekê yan jî gelekî dibe cihê gengeşeyê, hiş û raman yekser diçin ser ziman.

Ziman ne tenê gotinek e yan peyvek e ku ji pênc tîpan yan jî ji du kîteyan pêk tê, lê belê ew di naveroka xwe de deryayek e, heger em wî bi cîhaneke serbixwe bi nav nekin! Çawa demsala biharê bi xemilandina ji gul û kulîlkan zengîn e, weha jî ziman di naveroka xwe de balkêş e.

Ziman ne tenê bilêvkirina peyvan e. Ew berdevkê hest û nestan e .Ew e yê hiş û ramanan ronî dike.

Sebaretî dîroka ziman û çawanîya bipêşveçûna wî ji destpêka jîyanê û heta qonaxa îro, her wisa li gor helwest û dîtinên zanyaran, peydabûna ziman pêdivîya herî girîng a civakê ya ji bo hevgihîn, berketin û avakirina jîyaneke birêkûpêk bû.

Li vir gelek zanyaran li ser qonaxên peydabûn û bipêşveçûna ziman rawestîyan û bi sedan lêkolîn û rapirsînên girêdayî ziman belav kirine. Di rêya wan re gelek helwestên balkêş li ber destan danîne ku di encamê de tarîtîya di vî warî de ronî bibe.

Bi dehan lêkolînan bi berfirehî li ser dîyaredeya ziman xebitîne da ku bigihin rewşa rastîn ji hemû hêlan ve, lê tev li gelek encamên girîng ên ku hatine bidestxistin jî, heta rastbîna roja îro hewldanên di vî warî de bê westan berdewam in û daxwaz û armanc jî ew in ku em bigihin bandorên erênî yên ku ziman bi pêş xist heta giha asta bipêşveçûyî ya ku îro di rastbînê de li ber çavan e.

Di wan lêkolînên zanyar û pisporên ziman de hin pirsên balkêş û sereke hatine kirin:

– Gelo ziman bi çi şêweyî dest pê kiriye?

– Di kîjan qonaxa bipêşveçûna civakê de hatiye bikaranîn?

– Ziman bi bilêvkirinê dest pê kiriye yan bi nivîsînê?

– Di destpêkê de bi amajekirinê bû (Signe) yan bi hin şêweyên din bû?

Weha bi dehên pirsan hatine kirin û lêkolîn li ser wan çêbûne heta ku zanyar û pisporên ziman gihaştine helwestên nêzî hev an jî helwestên hevbeş di vî warî de.

Girîngîya ziman ji bo civakê hêja ye ku ev hejmara mezin a lêkolîneran xwe pê re biwestînin û rehên zimanan tevan binijinînin û wan ji hev cuda bikin ku di encamê de dîroka her civakekê yan jî gelekî di rêya ziman re bê ronîkirin. Ji ber vê girîngîyê ne seyr e ku ev lêkolîn di demên bê de jî dewam bikin.

Zanyar û pispor li ser xalên bihurî bi tenê ranewestîyan, lêbelê wan amaje bi girîngîya ziman di jîyana civak û gelan de kir û vê yekê hişt ku hin nimûneyan ji dîrokê bînin û rola ku ziman di warê şaristanîtîyê de gerandiye û xwedîyê xwe ji herifandinê parastiye dîyar bikin. Her wisa vê yekê hişt ku gelek pispor û zanyar ziman wekî nasnameya civak û gelan bibînin.

Bi çi rengî yan jî bi çi helwestê ew ziman mîna nasnameya gel dibînin?

Li gor helwesta zimannas û dîroknasan, ziman mîna gencîneyeke zengîn a gelan tê dîyarkirin. Ziman ew mertal e ku gelek hebûna xwe pê ji tîrên bişaftinê diparêze. Ew jê re nîşana hebûnê ye. Ziman bi tena xwe jê re dîroka wî dîyar dike. Bingeha şaristanîtîya wî diafiriîne. Ew girêbenda civakê bi ser hev de dide û li hamberî jihevçûnê dibe kelem û asteng.

Ji bilî van xalên ku vê helwestê teqez dikin, bi dehan nimûne hene ku bi dehên rûpelan ji wan tên dagirtin.

Piştî van xal û nimûneyên li ser girîngîya ziman û rola wî di jîyana gel û civakan de, mirov neçar dimîne ku ji xwe bipirse: Gelo çi ji ziman girîngtir û pêwîstir heye ku ji gelekî re bibe nasname?.

Ji ber ku di ferhengên ziman de tu peyvên bi wateya ku cihê peyva nasnameyê bigire tuneye, ew cî digire û ji ziman re dibe piştrast.

Heger em awirekê li dîroka gelan, şaristanîtîyê û bipêşveçûna wan bigerînin, pê re pê re ziman bi bîra me tê û heger awir bi rengekî berfirehtir were gerandin, em ê ziman wekî nasnameya hêz û lawazîya gelan bibînin, ji ber dîrok teqez dike ku bi sedên gelan ji lawazîya zimanê xwe winda bûne û yên li ser zemînê mane bi saya zimanê xwe mane. Ne tenê wilo, ziman ji wan re bûye alîkarê afirandina neteweyê jî.

Li vir û dema em dîroka zimanê gelan bipelînin, rewş û dîroka zimanê gelê Kurd bi bîra me tê. Ev gelê ku ne tenê ziman jê re bûye nasname, lêbelê jê re bûye navnîşan jî. Ji ber wilo hêja ye ku di vê boneyê de di rêya awirgerandinekê re li ser dîroka zimanê vî gelê raweste û rola wî ya parastinê bîne ziman.

Hemû zanyar û pisporan teqez kiriye û hatiye bibelgekirin jî ku zimanê gelê Kurd ji grûpa zimanên Hindo-Ewropayî ye, lê ew ne ew çend girîng e bi qasî taybetmendîyên heyî yên naveroka vî zimanê ku karîbû li hamberî hewldanên wêrankirinê yên ji alîyê dijminan ve li ber xwe bide.

Ev zimanê ku bi hezarên salan ji hêla gelê Kurd ve hatiye bikaranîn û jê re bûye kanîya ku tîna xwe pê bişikîne, tore û wêjeya wî pê hatiye parastin, bedewî û kubarî daye helbest û stranê û hest û nestên wî dîyar kirine. Bi saya wî gelê Kurd li tevahîya cîhanê deng daye. Li gor rastbînê ev ziman ne hewcedarê pesindanê ye ji ber ku hebûn û serbilindîya gelê Kurd pê tê dîyarkirin.

Em nakevin şiroveya cihêwazîya wî ji zimanên heyî yên li derûdora wî, lê hêjayî gotinê ku zengînîya wêje û toreya Kurdî û her weha gerdîş û rewişt û tîtalên wî hatine bikaranîn û tev li ku ew di qonaxek dûvûdirêj de bi rengekî devkî bû, wî karîbû liberxwedanê di ber hebûna xwe de bike û ji hevgihîna civakî re bibe girêbend û alav.

Bi saya zimanê Kurdî bi hezarên stranan ji devê pêşîyan hatin veguhastin bo nifşên dahatî û heta roja îro ji windabûnê hatin parastin ku toreya Kurdî bi wan zengîn bibe. Ev ji bilî pend û metelokên kevinetorî ku ji azmûna jîyanê û serbihurîyan hatine wergirtin û di demên guncan de têne ziman.

Ne tenê li ser xizmetguzarîya zimanê Kurdî di ber wêje û toreya xwe de, lêbelê vî zimanê bihagiran xizmetguzarî ji wêjeyên bîyan re jî pêşkêş kiriye û ev tê wateya ku ew zimanekî ji nijadperestîyê dûr e. Ev jî di berhemên çendî yên navdarên Kurd ên mîna Melayê Cizîrî, Ehmdê Xanî…hwd de xuya ye.

Axaftina li ser zimanê Kurdî bi dawî nabe, lê bi kurtî yek dikare bibêje ku heger ne ji astengîyên ji alîyê xêrnexwazan ve bûya, ew ê di roja îro de zimanekî cîhanî bûya, an jî ew ê ji vî rengî pêşketîtir bûya û ew ê cihê xwe yê siruştî di nav zimanên cîhanî de girtibûya.

Piştî vê awira li ser ziman û girîngîya wî di pêvajoya jîyana gelan de, bi zelalî tê ber çavan ku ziman gencîneya gelan e. Çavkanîyeke bêçikandin e û mîna ava ku jê diherike û xwe nû dike, weha jî ziman her û her -bêyî ku çirûsîna xwe winda bike- ji xwenûkirinê re amade ye.

Sebaretî hin gelên ku îro xwe bi zimanê xwe serbilind dibînin, mîna Îngilîz, Fransiz, Alman û Ereban; ew jî bi saya zimanê wan e, zimanê ku ji wan re bûye nasname û navnîşan.

Gelo ne bi saya zimanê Fransizî bû ku wêjeya Fransizan bi vî rengî li cîhanê deng da û yên mîna Victor Hugo û Lamartine navdar bûn? Gelo heger ne ji zimanê Îngilîzî bûya, ew ê gelên bi wî zimanî diaxêvin gihaştibûna şaristanîtîya xwe ya îro, ên mîna Shakespeare navdar bûba û ew ê navê wan di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn bihatana nivîsîn? Gelo heger zimanê Erebî ji wan re nebûya mertal, gelê Ereb dê karîbûya xwe ji windabûnê biparêze? Ne tenê di warê wêjeyê de, lêbelê di hemû waran de.

Gotûbêj û şiroveyên li ser ziman bi dawî nabin, lê sûda wan ew e ku mirov dighînin rastîya ku dibêje: Ziman nasnameya gelan e û gelê bêziman ne gelekî zindî ye.

Check Also

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De I

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De I Xerzî Xerzan Daxistina Dosyayê wekî PDF Navê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *