Home / Bindarûk / Xwendin Xemrevînî ye… Xwendin Pêwîstî ye

Xwendin Xemrevînî ye… Xwendin Pêwîstî ye

Bi armanca xurtkirina çanda aktîv a xwendinê, Kovara Sormeyê çalakîyên “Koma Sormeyê ya Xwendinê” dide destpêkirin.

Daxistina dosyayê wekî PDF

Kêşeya kêmxwendinîyê her dem li dar e û her gav bûye mijara danûstandineke dûrûdirêj di nav rewşenbîr û xebatkarên di warê çandê de. Her çendî wan rewşenbîr û xebatkaran kêmxwendinî wekî kelema li ber bipêşveçûna rewşa çandî bi nav kiriye; cîyê mixabinîyê ye ku wan tu destpêşxerî û pêşnîyarên cidî yên ji bo çareserkirina vê kêşeya giran berpêş nekiriye û tevgera çandî di rêya lebitandina reftara xwendinê re xurt nekiriye.

Sazgêrîya xebata destpêşxerîya “Koma Sormeyê ya Xwedninê” 

– Her mehê, pirtûk bêpere dê li beşdarên di komê de bêne belavkirin û gengeşeya der barê pirtûkê de dê di hefteya dawî ya her mehê de were kirin.

– Dê pêşnîyarkirina pirtûkan li gor rêbaza duzimanîyê were meşandin; mehekê bi Kurdî û mehekê bi Erebî.

– Mijarên pirtûkan dê bi giranî wêjeyî û hizirî bin.

– Hejmara beşdarên koman dê ji 10 heta 12 kesan bin.

– Pêşekîya pêşnîyarkirin û bijartinê ji bo berhemên nivîskarên xwecihî ye.

– Çalakî dê nêzî saet û nîvekê be. Gengeşe jî dê der barê naveroka pirtûkê de û nêrînên der barê derhînerîya dîtbarî de bin. Her wisa hewl dê bê dan ku nivîskarê berhemê jî were vexwendin.

Dîmeneke çalakîya yekem a “Koma Sormeyê ya Xwendinê”

Xwînerên ku dixwazin beşdar bibin, dikarin serî li nivîsgeha Kovara Sormeyê bidin an navên xwe bişînin e-peyama Koma Sormeyê ya Xwendinê.

Navnîşan: Nivîsgeha Kovara Sormeyê; Qamişlo, Taxa Sîyahîyê, Kolana Sîyahîyê, çiqerêya pêşîn a li ser destê rastê, nêzî Rawestgeha Sîyahîyê ya Dagirtina Sotemenîyê.

Ji bo beşdarîyê:

E-peyam: sormey.xwendin@gmail.com

Telefon: 052- 438481

Check Also

Pirtûkname…

Ev lêkolîn, tenê li ser beşekî folklora Kurdî hatiye pêkanîn. Xebateke sînorkirî ye, tenê di …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *