Home / Lêkolîn û gotarên wergerandî / Wêjeya Kurdî ya Devkî

Wêjeya Kurdî ya Devkî

Wêjeya Kurdî ya Devkî

Christine Allison

Ji zimanê Îngilîzî: Bihar Mirad

Daxistina Dosyayê wekî PDF

Wêjeya Kurdî ya Devkî

Wêjeya Kurdî li Kudistanê pir giranbiha ye. Bikaranîna zimanê Kurdî bi awayekî afirêner (creatitive) beşekî bingehîn ê wêjeya Kurdî ye, her weha beşekî bingehîn ê pêşketina hişmendîya  neteweyî ye (Smith 1991, rû. 21ê). Dengbêjên Kurd ên navdar ne tenê folklora Kurdî pêşkêş dikin, lêbelê ew dîmen û şêwazan di kilamên xwe de bi kar tînin, wekî mînak di strana Şivan Perwer a bi navê Hawar de (ew gazî dike alîkarîyê dixwaze), li ser bikaranîna bombebarankirina kîmyayî ya li ser bajarê Helebçeyê. Dîmenên wekî vê gelek wateyên aloz di wan de ji bo kesên ku li gundan bi xwedî bûne hene. Mebest ji vê nivîsê ew e ku çêja vê wêjeya cihêwaz zelal bike.

  1. Zargotina Kurdistanê

Tev li ku zemanê berê gelek zanyar û nivîskarên Kurd ên ku Erebî, Tirkî, Farisî û Kurdî jî di nivîsên xwe de bi kar dianîn hebûn, lê piranîya Kurdan nexwende bûn û nikarîbû “wêjeyê” bixwînin. Îro perwerdehîya dewletê li Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê bi zimanên Tirkî, Farisî û Erebî ye. Heta li Iraqê destûr hebû ku tenê zaravayê Soranî di sîstema perwerdehîyê de were bikaranîn. Kêmneteweya Kurd li Yekîtîya Sovyetê ya berê, li Gurcistanê û bi taybetî li Ermenistanê piştgirîya xwendina ziman û folklora Kurdî kir, lêbelê li welat gelek Kurd nikarin Kurdî bi rehetî bixwînin û para mezin a wêjeya Kurdî, bi teybetî ya Kurmancî, devkî dimîne.

Peyvên wekî “xwendin û nivîsîn”ê û “devkî” di pêvajoyên cuda de ne tenê wateyên wan cuda ne (Street 1984), lêbelê li Kurdistanê ew ji hev nayên veqetandin. Li Kurdistanê, xwendin û nivîsîn heta demeke dirêj li nik piranîya xelkê wekî jîrekîya kes û çînên bijarte dihat nirxandin.

Tevkarîkirina wê bi pirtûkên olî yên serdest re hêzeke gîyanî dide wê, ew ji bo nivişt û falvekirinê dihat bikaranîn. Pêwîstîya xwendin û nivîsînê wateyê dide ku xêza dabeşkirinê ya di navbera “zargotin”ê û deqa nivîskî de ne gelekî zelal e. Bêhtirî sedsalekê, beşekî zargotina Kurdî hatibû berhevkirin û belavkrin û kirasê deqên nivîskî li xwe kiribû. Berevajî wê, deqên ku ji alîyê helbestnivîsên navdar ên wekî Mewlewî û Feqîyê Teyran ve hatine nivîsîn, dibe ku bêne jiberkirin û derbasî zargotinê bibin û dibe ku wan wekî materyalên sexte bi nav bikin (Kerim; 1998 Celîl 1985 rr. 53-81); dibe ku kesayetî, bûyer û çîrok bi temamî di berhemên wêjeyî de ji alîyê danerên celebên zargotinê ve bêne bikaranîn. Zengînîya folklora Kurdistanê, bi piranîya xwe, ne tenê ji veguhastina azad a zargotinê û pêkhatîyên wê di navbera Kurd û cîranên wan de tê, lêbelê zegînî, her weha, ji têkilîya di navbera wêjeya nivîskî û ya devkî de jî tê.

Heger em bi giştî bibêjim ku wêjeya devkî tenê ew e ya ku bi dev tê gotin, ev yek dê zîyandar be. Ji bo em bandorên devokîyê li çanda Kurdî dîyar bikin, xebateke hûr û dûr a ku giranîyê bide dever û civakên taybet gerek e. Lêbelê dema em hemû zargotina Kurdî berbiçav dikin, xaleke girîng heye ku divê em balê bikişînin serê, a ku kemû cureyên mijaran tê de cih digirin û dibe em li jêr serenavê wêje, dîrok û fîlozofîya gelêrî dabeş bikin.

Gelekî dîyar e ku em bibînin bê çawa performansa gelek cureyên wêjeya devkî di zemanê berê de ji jîyana gundî re guncan bû. Gava mirov li çîrokên folklorîk yên di şevên zivistanê yên dirêj de dihatin gotin guhdarî dikir, dema malbat li hev dicivîyan da ku xwe germ bikin, stranên ku di şahîyên zewacê de li gundan dihatin gotin, dema wan kerîyên pez dibirin mêrgan û stranên evînê distrandin, gava stranên kar ên jin û zilaman hebûn. Heta vê dawîyê, heta radeyekê, piranîya gundîyan dîwanxaneyên wan hebûn, cihê ku zilamên wê deverê bi şev li wir li hev dicivîyan û kesên mêvan jî li wê dîwanxaneyê diman. Nûçe û hal û hewal radigihandin, çîrok dihatin gotin û stran jî. Lêbelê, wêjeya devkî ne tenê dîyardeyeke weha bû ku li gund û malan dihat vegotin. Pêvajoyên şaristanî jî hene, em bibêjin çayxane, lêbelê pêvajoya herî berz a vegotina wêjeya devkî di malên mezin de bû. Gelek mîrên Kurd ên ku di nîvê sedsala nozdehemîn de bi ser ketin, pêşengên hunerê bûn û mijarên wêjeyî û devkî di koşkên wan de dihatin raberkirin. Wesifdana Evlîya Çelebî ya der barê jêhatîyên Evdalxan Begê Bidlîsî de bêguman li ser bingeha binavûdengîya wî bû, çi ku ew wekî pêşengê huner û zanistê bû (Dankoff 1990 rr. 93-109). Xwendewarî di nav serekêlan de di dawîya heyama Împeratorîya Osmanî de tevlihev bû, lê li nik wan jî cihekî taybet ji helbestbêjên koşkê re hebû; helbestbêjên ku pesinê wan didin. Soan, Taha Beg wekî mînakeke Kurdîya başûrî pêşkêş dike ku helbest dinivîsandin û ji wêjeya Farisî hes dikir (1962, r.228), lê Driven (1919, r.30) radigihîne ku kurê Îbrahîm Paşayê Milî, Mehmûd Beg ê ku keleha wî li Wêranşarê bû (nuha li Tirkîyeyê ye) nexwende bû. Dibe ku hinek ji wan helbestbêjên folklorîk û çîrokbêjên di van koşkan de xwedevan bûn û bi gelek zimanan zanîbûn.

  1. Tevlihevîya Di Dawîya Sedsala Bîstan De

Dema sedsala bîstan bi dawî bû û sedsala bîst û yekê dest pê kir, wêjeya devkî wekî gelek alîyên çanda Kurdî hat guhertin. Dîroka nûjen gelekî civak guhertiye. Li Tirkîyeyê, şerê gerîlatîyê yê di navbera hikûmetê û Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK)yê de encam da û pê re gund ji koka xwe wêran bûn û bajarokên ji koxikan li derûdora bajaran ava bûn. Operasyonên PKKyê ji hêla Sûrîyeyê ve hişt ku Tirkperest sînor bi giranî bixin jêr kontrola xwe û vê yekê hişt ku têkilî di navbera Kurdên Sûyîyeyê û yên Tirkîyeyê de qut bibe. Her weha bi Projeya Anadolîyê ya Mezin û sîstema bendavên elektrîk-avî re, civak hatin guhertin. Li Iraqê, gund di şerê Îran û Iraqê de wêran bûn û vê talîyê di Komkujîyên Enfalê de (Çavdêrîya Rojhilata Navîn, 1993yan), Rejîma Beisê ya Iraqê gelek caran niştecî vediguhastin “gundên kolektîv” ên dûrî malên wan ên berê. Şerê Kendavê di sala 1991ê de serîhildana Kurdî ya têkçûyî, koçberîya ber bi çîyayan ve û şerê birakujîyê yê di navbera partîyên Kurdên Iraqî de gelek kurd bêwar kirin. Kurdên Îranê derdê Derbeya Şoreşa Îslamî û serîhildanên neberdewan û nîvçemayî yên li dijî wê şoreşê kişand û her wisa erdê wan di dema şerê Iraq û Îranê de bûbû qada şer.

Encama van bobelatên ku bandora wan li hemû alîyên jîyanê hebû, li ser wêjeya devkî xuya bû. Êdî kêm xelk li gundan dijîn û ew kevneşopîyên ku bi cih û çalakîyan ve girêdayî bûn winda dibin û bi demê re dimirin. Di nav wan cureyên wêjeya devkî de stranên kar ên girêdayî karê gundan hene ku îro tu pêwîstîya jîyana bajarok û penaberîyê re bi wan nîne, wekî mînak em bibêjin stranên di ber destarhêranê re. Her weha, dema televîzyon dikeve cihê şevbihêrkan û kêfxweşîyê dixe malê, vê yekê jî hişt ku performansa helbestên çîrokî yên dirêj bi paş ve biçe. Zêdeyî vê yekê jî, herî kêm di civakan de em dibînin ku stran û çîrokên bextewer di zemanê nexweşî û nîgeranîyê de yekcar neguncan in. Tev li wilo jî, hîn stranên helbestî û govend di dawetan de digerin. Lavijgerandinên Mihabadê yên ku guhdar jî tê de distrên hîn hene (Blum û Hassanpourê 1996, r.328).

  1. Lêkolîn Der Barê Wêjeya Kurdî ya Devkî De

Hinek berhevkarên berê yên zargotina Kurdî, berhevokên xwe wekî mînak ji wêjeyê re pêşkêş dikin. Piranîya berhevokan belge ne, ji zû ve bi awayekî seretayî wekî lêkolînên ji boyî zimanzanîyê hatine pêşkêşkirin (Lerch di sala 1858an de; Prym û Socin di sala 1887an û 1890î de; Makas di sala 1897-1926an de; Maan di 1906an û 1909an de). Li gel ku hinekên din ên wekî Jaba 1960 ragihandibû ku ew nêt dike agahîyan li ser mijarên din ên wekî wêje û êlên Kurdî berhev bike.

Heger pêşketina folklorê bibe beşek û lêkolîn li ser bêne çêkirin, bandora vê yekê dê li çanda Kurdî hebe. Wêjeya devkî wekî parçeyekî girîng ê folklora Kurdî tê raçavkirin ku gelek bendên din jî cih tê de digirin, wekî mînak cilên folklorîk û alavên çandinîyê… hwd. Rojnameyên Kurdî yên pêşî yên mîna Hawarê (1932-45) gelek mijarên zargotinê weşandin, hin caran nîşe ji bo şîrovekirina zargotina ne Kurdî hatine nivîsîn. Di nîvê duwem ê sedsala bîstan de dîyar bû ku zargotina Kurdî bi paş ve diçû, bi giştî ji ber prosesên nûjenkirinê yên di gelek civakên pêşketî de û bi awayekî taybet ji ber fermana qedexekirina çanda Kurdî li Tirkîye û Îranê (Bois 1946 Nikitine 1956, r.259ff). Bi taybetî, pisporên Kurd folklorê fenanî gencîneyeke agahîyên a der barê siberojê de dibînin. Hestên xelkê der dibire û wekî depoyeke hişmendîya gelêrî û gotinên pêşîyan derdikeve pêş, wekî mînak, ev cure gelekî hatiye berhevkirin. Bi berfirehî tê zanîn ku ev gencîneya neteweyî kêm dibe û ber bi paş ve diçe. Pisporekî hêja nivîsîbû: “Her rojek dibihure, mîrata Kurdî ya devkî hinekî ji nirxê xwe winda dike.” (Celîl 1985, rû. 5-6, 9). Kurdan ev krîz bi berhevkirin û belavkirina mîratê çareser kir. Ev destpêşxwerî ji karên berfireh ên wekî Zargotina Kurdan (Kurdish Oral Tradition) a birayên malbata Celîl a li Yekîtîya Sovyetî ya berê (Celîl 1978) dest pê dike, digihe her du cildên Folklor û Komele Berhemêkî Folklorî ye ji Hewlêrê (Cotyar et al 1984-5) û digihe berhevoka piçûktir a guncan a ji alîyê mamosta, nivîser û partîyên ku meraqê wan ji berhevkirina wêjeyê re heye, ên ku dema xwe ya vala jê re vediqetînin û ji bo ew vî karî cîbicî bikin, ew diçin gundan û zargotina wan deveran qeyd dikin. Ji ber rewşa sîyasî, piranîya berhevokan li Iraqê û Yekîtîya Sovyetê ya berê hatine berhevkirin, hinek ji wan li Îran, Sûrîye û dîyasporê û her dawî beşekî pir kêm li Tirkîyeyê hatiye berhevkirin. Ji ber ku berhevokên Iraqê bi awayekî sereke  giranî dida mijarên Soranîyê, folklorzanên Sovyetê lêkolînên der barê folklora Kurmancîyê de di sedsala bîstan de parastin û ew ji tunebûnê rizgar kirin. Her weha ew di lêkolînên li ser muzîkê de jî hevkar bûn. Mijarên zargotina Kurdî bi awayekî birêkûpêk li ser radyoya Iraq, Îran û Kavkasê dihatin weşandin û vê dawîyê li ser kanalên peykî, televîzyona (Hassanpour 1998) dihatin weşandin. Bandora projeyên bi vî rengî li mîrata devkî hebû. Her wekî ku konsepta “nisxeya rast” di nav cemaweran de çêbûbe û xebatkarên ciwan, hin caran, ji van pirtûk û îzgehan hînî mijarên folklorîk dibûn. Dîsa jî, folklorzanên Kurd dîyar dikin ku tenê rêjeyeke piçûk a materyal û mijarên berdest di rêya berhevokan re hatine parastin.

Mijarên wêjeya di rêza duyem de yên der barê zargotina Kurdî de ne gelek in. Piranîya karên ku folklorzanên Kurd kirine, tenê girêdayî berhevkirina mijar û materyalên zargotinê ye û wan kêm caran lêkolîn der barê wan mijar û materyalan de pêk anîne. Li gel ku wan qeydkirinên girîng der barê zargotinê de dabîn kirine, lêbelê ew kar bi piranîya xwe ji cemawerên ku berê van cureyên xwecihî nas dikin û ji piranîya kesên bîyan re jî neşirovekirî mane.

Dîsa hinekan nîşan daye ku kurdologan xalên sereke dane rola ku wêjeya devkî di jîyana Kurdan de digerîne (Bois 1946,1486; Niktine 1956). Kesên bîyan dixwazin ku van xalan li ser bingeheke xwecihî û bi hûrbînî fêm bikin û di vî warî de pêdivîya wan bi karekî meydanî heye, lê jîyana îroj a nûjen li ber vê yekê bûye asteng û zehmetî derxistine. Hin lêkolînên balkêş ên wekî xebatên Blum, Christensen û Tatsumura der barê muzîka Kurdî de hebûn, lê heger karê meydanî yê berfireh pêk neyê, divê pisporên zargotinê cureyekî analîza ku bi piranîya xwe li ser bingeha deqên ku hatine berhevkirin bê xebitandin (Cheyt  1991a). Lê dîsa jî ev kar lawaz e, wekî mînak; hîn heta nuha dabeşkirineke gelemper a di warê çîrokên Kurdî de çênebûye. Heger em karê Kurdan ê di warê berhevkirina folklor û zargotinê de bidin ber karê Ereb, Tirk û Ermenan ê di warê berhevkirina zargotinên wan de, em ê bigihin encameke sûdewer. Lêkolînên der barê folklora Kurdên Cihû yên ku anuha li Îsraîlê dijîn de, wekî Brauer û Pata 1993 û Sabar 1982, bi taybetî ji kurdologîyê re sûdewer in.

 

Check Also

Hiş û Hizir

 Sebrî Silêvanî Tîpguhêzîya Ji Kurmancîya Behdînanî: Evdo Şêxo   “Hizir ji sifetên Xwedê ye, Xwedê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *