Home / Bindarûk / VON FM, Deng û Rûyekî Nû yê Radyogerîya Kurdistana Rojavayî

VON FM, Deng û Rûyekî Nû yê Radyogerîya Kurdistana Rojavayî

VON FM, Deng û Rûyekî Nû yê Radyogerîya Kurdistana Rojavayî

Bindarûk

 

VON FM îzgeheke xwecihî ya civakî ya nûdamezirandî ye, balê dikişîne ser beşên ku di civakên xwecihî de hatine paşguhkirin û yên ku bûne qurbanîyên tundrêtîyê. VON FM her wisa balê dikişîne ser arêşeyên jin, ciwan û zarokan da ku bibin mijarên sereke yên çarçoveya kesên ku êş û zehmetîyên bermayî û bandorên tundrêtîya dijwar kişandine. Îzgeh her wisa giranîyê dide amadekirin û raberkirina bernameyên ku mijarên civak û xizmetguzarîyê ji xwe re dikin armanc.

* Peyama VON FMê:

FON FM li ser maliştina şûnmayî û bandorên tundrêtîyê kar dike, ew jî bi rêya beşdarkirina beşên civakê yên bi salan di nava şerekî dijwar de yê ku li ser bingeha tundrêtîyê ava bûbû dijîyan, da ku bibe hewldaneke rawestandina pêla tundrêtîyê bi rêya bernameyên karîger ên ku tundrêtîyê pênase dikin û şêweyên bidawîanîna wê diafirînin.

  • * Armanc:
  • VON FM hewl dide ku pêla tundrêtîyê di rêya bernameyên karîger re rawestîne, lêpirsîn û raportên lêger ên ku tundrêtîyê pênase dikin amade dike û şêweyên bidawîkirina wê tundrêtîyê diafirîne.
  • Destnîşankirina bernameyên ku guh didin arêşeyên civakî û xizmetguzarîyê da ku rojeva me ronî bibe û bi şêweyekî rastîn û berbiçav ji şopîneran re were pêşkêşkirin; çi di rêya bernameyên bihîzbar re û çi di rêya grafîkan re.
  • Amedekirina nameyên hişyarîkirinê yên ku bi şêweyekî nerasterast hemû beşên civakê ji xwe re dikin armanc û pê re hemûyan ji tundrêtîyê diparêzin.
  • Şopandina dîtbarî ya çîrokên kesên ku êş û zehmetîya tundrêtîyê kişandine da ku çîrokên wan bigihêjin her kesî.
  • Avakirina hevpişkîyekê li gel rêxistinên civaka şarwer di warê nameyên hişyarîya civakî de.

Daxistina Dosyayê wekî PDF

VON FM, Deng û Rûyekî Nû yê Radyogerîya Kurdistana Rojavayî

Check Also

Pirtûkname…

Ev lêkolîn, tenê li ser beşekî folklora Kurdî hatiye pêkanîn. Xebateke sînorkirî ye, tenê di …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *