Home / Lêkolîn û gotarên wergerandî / Tirkîye: Parastina Çandê Di Rêya Bihêzkirina Muzîkê Re
An audience of tourists listen to traditional singers at the 'Dengbej House' in Diyarbakir, southeast Turkey. The house was opened by the city's municipality in 2007 to help revive the centuries-old Kurdish singing tradition.

Tirkîye: Parastina Çandê Di Rêya Bihêzkirina Muzîkê Re

Tirkîye: Parastina Çandê Di Rêya Bihêzkirina Muzîkê Re

Alexander Christie-Miller

Ji zimanê Îngilîzî: Bihar Mirad

 

Daxistina Dosyayê wekî PDF

Tirkîye Parastina Çandê Di Rêya Bihêzkirina Muzîkê Re

Dengbêjekî Kurd ê klasîk stranan ji geştyarên bajarê Amedê yê başûrrojhilatê Tirkîyeyê re dibêje.

Kevneşopîya gotina stranên Kurdî yên kevn; an ku denebêjî, piştî çewsandina bi dehên salan a ku Komara Tirkîyeyê li hember çanda Kurdî da meşandin, va ye dengbêjî careke din tê vejîyandin. Di sala 2007an de, şaredarîya Kurdî ya netewperwer a bajarê Amedê Mala Dengbêjan li başûrrojhilatê Tirkîyeyê vekir û ew ji bo parastina hunerê veqetand.

Li hewşeke berroj a bajarê Amedê, gava Mihemed Nenyasî stranên evîn, şer û ewanîyê distrê, cemawerek bi meraq guhdarîyê dike.

Dikandarekî şêst û çarsalî, ê ku nizane bixwîne û binivîse, dibêje ku wî di heftsalîya xwe de bi sedan stran ji ber kirine û di bîrewerîya xwe de neqişandine: “Hin ji wan deqeyekê dirêj dikin û hin bi saetan dirêj dikin.” wî got, “her rêzek rêza di pişt xwe re tîne bîra min û gava ez distrêm, ew tên bîra min.”

Nenyasî dengbêj e, wî çîrok û efsaneyên ji mîrata kevneşopî ya devokî ya ku vedigere çend sedsalan bi şûn de wergirtine û distrê. Komara Tirkîyeyê bi dehan salan çanda Kurdî qedexe kiribû û hema hema dengbêj hetahetayê bêdeng kiribûn. Piştî Derbeya Leşkerî ya sala 1980yî, axaftina bi zimanê Kurdî bi awayekî eşkere qedexe bû û stranbêj û muzîkjenên Kurd her rojê dihatin girtin û îşkencekirin.

Lê nuha, piştî guhertinên hikûmetê, gelek qeydên çandî ji ser milên Kurdên Tirkîyeyê hatin rakirin û êdî dengbêj dikarin careke din bi eşkeretî bistrên, lêbelê ew hîn jî rastî hin astengîyan tên.

Di sala 2007an de, Şaredarîya Bajarê Amedê ya Kurdî ya netewperwer, malek vekir ku bîst û pênc dengbêjên ku gelek ji wan feqîr û temendirêj in dikarin tê de bicivin û kilamên dengbêjîyê vebêjin û raber bikin. “Armanca projeya me ew e ku em dengbêjan li hev bicivînin û çîrokên jîyana wan û stranên wan qeyd bikin,” Metin Ozçelik ê berpirsyarê Dezgeha Çand û Geştyarîyê ya Birêveberîya Şaredarîya Amedê got.

Di sala yekem de, 10,000 geştyar hatin serîlêdana Mala Dengbêjan a ku li devereke biqelebalix û kevirreş a li nîvê bajarê kevn ê Amedê ye. Dengbêj bi berdewamî li ser televîzyona xwecihî stranên dengbêjîyê pêşkêş dikin. Sala bihurî, şaredarîyê stranên wan ên bijarte weşandin ku kurtejîyannameyên derûdora 120 dengbêjan û her weha 300 stranên wan jî tê de cih girtibûn. Ji ber ku Kurd tenê qanûnekî wan ê piçûk ê nivîsandina wêjeyê heye, gelek kesên ku bi vî karî mijûl in bawer dikin ku ew bi awayekî çalak di parastina çanda xwe de hevkar in: “Wekî çawa Homer ji Yûnanan re girîng e, dengbêj ew qasî ji me re girîng in,” Ozçelik got.

Kevneşopîya denbêjîyê di koka xwe de vedigere serdema berî Îslamê, gava axa û derebegên xwecihî, dengbêj dihewandin da ku wan bi çîrok û efsaneyan kêfxweş bikin an stranên gelêrî li hev bînin û pesinê serwerê xwe û lehengîyên wî bidin. Bi giştî, stranbêjî ne girêdayî tu qanûn û bendên neguherbar e, dengbêj bi xwe şêwazên xwe bi pêş ve dibin an jî şêwazên hin kesên din ên ku diecibînin ji xwe re digirin.

Ew stranên evîn, şerê xwînî û serîhildanan balê dikişînin ser dîroka Kurdan a ku vedigere şerê ku hîn jî di navbera Partîya Karkerên Kurdistanê (gerîla) û Dewleta Tirk de li dar e: “Hezkirin, hêvî, xemgînîyên wan û dijwarîya wan kişandiye; wan ev stran bi dengekî bilind ji me re digotin,” muzîkjenê Kurd û alîgirê dengbêjan, Weysî Varli, got.

Di navbera salên 1975an û 1989an de, Varli gelek albumên muzîka Kurdî ya klasîk çêkirin, wî bi dizî ew li ser kasetan qeyd kirin û li derûdora Amedê belav kirin. Wî gelek pere di ber de xerc kirin. Zilamê pêncî û pêncsalî yê ku şûna birînan li ser ling, sîng û pişta wî bûn û dibêje ku ev birîn ji encama îşkenceya ku wî ji destên polîsên sivîl û serbazan dîtiye, ji EurasiaNet.orgê re: “Herî kêm, ez bîst caran hatim îşkencekirin.” Şûna birînên lingên xwe şanî wan dikir: “Carekê, wan tilîya min a beranekê şikand da ku ez nema karîbim li tembûrê (amûreke klasîk a têldar e) bidim.”

Sitemkarîya wan salan bi awayekî taybet zîyan gihande dengbêjîyê. Li gor ku Varli digot, dengbêj bi giranî nexwende bûn û wan xwe dispart performansên berdewam da ku stranan di bîra xwe de bihêlin.

Yek ji kesên yekem ên ku bi metirsîya windabûna şêweyê hunerê hesîya, Ehmed Dogru bû. Ew cotkarekî pembû û wênekêşekî amator ê ji Amedê bû. “Nêzîkî pazdeh salên bihurî, hema hema hunera dengbêjîyê ji holê rabûbû, di pişt re min dest tê werda. Min kamreya xwe bir û ew dîtin, min wêne ji wan re kişandin û ez bi wan re axêvîm.”

Dogru kesê pêşîn bû yê ku pêşnîyara ramana avakirina Mala Dengbêjan da; cihê ku stranbêj dikarin lê bicivin, stranên xwe bi par ve bikin, alîkarîyê bi hev re bikin û parçeya ku ji bîr dikin bînin bîra hev. “Hema hema hemû dengbêj di feqîrîyê de dijîn,” wî got, “min ji wan re got ku rojekê ji rojan malên wan ên taybet dê çêbibin û xelk dê pereyan bidin wan da ew ji wan re bistrên, lê ew bi gotinên min kenîyan.”

Rewş gelekî hatiye guhertin û êdî Dogru kampanyaya xwe ya helbijartinê daye destpêkirin. Di sala 2003yan de, partîya Kurdî karîbû Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Feratê veke da ku muzîka Kurdî ya klasîk bide dîyarkirin. Di sala 2009an de, wekî bendekî destpêşxerîya bidawîkirina şerê dûrûdirêj ê bi PKKyê re, hikûmetê kanala televîzyonê ya yekem a bi zimanê Kurdî li Tirkîyeyê damezirand û destûr da zanîngehan ku kursan der barê wêje û zimanê Kurdî de bidin.

Tev li van guhertinan, hîn siberoja dengbêjan berguman û nemisogerkirî ye. Gelek dengbêj nuha bi emir mezin bûne û zîrekîya wan tenê di çarçoveya çanda klasîk a li gundan de maye ku heta asteke mezin ji holê rabûye.

Li Amedê, hejmareke piçûk a ciwanan hînî hunerê dibe. “Xelk gelekî ji çanda xwe ya resen dûr ketine,” ev bû gotina Cafer Akarsu yê bîst û sêsalî ku xwendekarê herî piçûk e û wî didin ber dengbêj Şakiro; Şakiroyê ku dengbêjekî navdar bû û di sala 1996an de miriye. Heta nuha, Akarsu ji 25 heta 30 stranên Şakiro ji ber kirine. Gava ew mezin bû û malbata wî baxçevanî li parêzgeha Ayonê ya li nava Tirkîyeyê dikir, wî li stranên Şakiro yên di kasetên bavê xwe de guhradî dikir. “Dema min kar dikir, min ev stran distrandin. Wan stranan zehmetîya dûrbûna ji welatê min ê (Kurdî) li min sivik dikir û hêz dida min da ku ez karê xwe dewam bikim,” Akarsu got.

 

 

 

Check Also

Hiş û Hizir

 Sebrî Silêvanî Tîpguhêzîya Ji Kurmancîya Behdînanî: Evdo Şêxo   “Hizir ji sifetên Xwedê ye, Xwedê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *