Home / Pêşgotin / Sîyaset Wekî Navgîneke Dabeşkirina Civakê

Sîyaset Wekî Navgîneke Dabeşkirina Civakê

Hin peywirên sereke yên sîyasetê ew in ku civaka li jêr daraza hişemendîya xwe bi başî û çakî bi rê ve bibe, wê bi rêxistin bike, ji nav pencên şerpezebûn û dabeşîyê rizgar bike û derbasî qada bipêşveçûna hizirî, zanistî û rêxisitnî bike.

Daxistina dosyayê wekî PDF

Li civakên pêşketî, sîyaset dibe navgîna lihevcivandina mirovan û şaristanîkirina danûstandin û hizircudatîyê, an ku sîyaset rola xwe ya pêwîst û xwestî digerîne, ew jî bi aramnca ku dijberîya asayî ya di navbera mirovan de bikeve qalibekî şarwer, sincî û sûdbar, çunku civak bi rengekî xwemakî ber bi fikircihêtîyê ve diçe û dema ku alaveke aktîv a birêkûpêkkirina wê fikircudatîyê tunebe, civak bi lez û bez ber bi şerpezebûn û nakokîyên dijwar ên kujer ve dimeşe, pelên dara wê hêdî hêdî diçilmisin, ziwa dibin û dimirin.

Berevajî wê, civakên ku di azmûneke sîyasî, demokratîk û pirreng re derbas nebûbin, di azmûna yekem a hevpejirandinê de têk diçin û li ber bayê duberekîya dijwar a rûxîner winda dibin.

Wate, reftara sîyasî rengekî şarwer û pêşketî yê danûstandina mirovane ye û gerek e nakokîyên civakî ji kirasê berberîyê û duberekîya tund derkeve û bikeve kirasê hevpejirandin û cihêrengîya sûdewer.

Di hejmara 14an a Kovara Sormeyê de, me “Duberekîya Sîyasî û Rola Wê ya Di Derizandina Dîwarê Civakê De” kir mijara dosyaya hemjarê û me hewl da ku em vê mijarê heta radeyekê tev bdin û binirxînin.

Di serî de, edîtorê Beşê Kurdî yê Sormeyê hevpeyvîneke girîng bi nivîskar û rojnameger Hisên Cimo re kiriye û çend xalên girêdayî duberekîya sîyasî bi giştî û rewşa sîyasî ya aloz a Rojavayê Kurdistanê bi taybetî pê re gengeşe kirine.

Di nivîsa pêşîn de, nivîskarê Başûrî Sebrî Silêvanî behsa hiş û hizirê dike û kurteravekirineke dîrokî ya mifadar der heqê hizirê, kitekitên vejîyandina hizira olî û rikberîya di navbera wê û cadûbazîyê de ji me re berbiçav dike.

Di nivîsa berfireh a girêdayî dosyaya hejmarê de, lêkolîner Nikolaos Hlepas behsa cihêrengîya çandî û bandora wê ya li ser performansa niştimanî dike. Nivîsa ku Bihar Mirad ji zimanê Îngilîzî wergerandiye zimanê Kurdî, guh dide rewşa cihêrengî û rêjeya pejirandina wê li gelek dewletan û giranîyê dide rewşa hin dewletên Ewropayê.

Di warê tevdan û nîqaşkirina mijarên zimanzanîyê, nivîskar Îbrahîm Xelîl lêkolîneke hêja ya der heqê etîmolojîyê û etîmolojîya Kurdî de amade kiriye û pênivîsa xwe ya rexnegir ajotiye ser etîmolojîya ku xwe di çirava neteweperestî û fêmkorîyê de niqumandiye.

Di mijareke din a girêdayî dîrokê de, nivîskar û lêkolîner Xerzî Xerzan lêkolîneke berfireh der barê dîroka dêrîn û dûr a Rojavayê Kurdistanê de nivîsîye. Nivîs -ji ber dirêjîya wê- li ser du biran hatiye dabeşkirin: Birek di vê hemjarê de û birê din di hejmara bê ya Sormeyê de têne weşandin. Lêkolîna nivîskar Xerzî Xerzan behsa dîroka kevin a bavpîrên gelê Kurd û şaristanîtîyên wan ên dêrîn dike û paşê behsa dîroka Rojavayê Kurdistanê -nemaze Mîrekîya Mirdêsîyan- di heyama desthilatdarîya Paşwerîya Îslamî de dike.

Herî dawî, di beşê Bindarûkê de, me du pirtûkên nûweşandî û Projeya HINARê ya çandî daye nasîn. Paşê me behsa Koma Sormeyê ya Xwendinê û civîna wê ya yekem kiriye.

Sormey dê bi rengê xwe, bi nivîsên xwe yên hizirî û çandî û bi rengvedana xwe ya civakî her û her hewl bide ku ji civaka Rojavayê Kurdistanê re bibe neynik û mijarên girêdayî pêdivî û bipêşveçûna wê derbasî qada gengeşeya aqilane û havildar bike.

Sernivîskarîya Beşê Kurdî yê Kovara Sormeyê

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *