Home / Rêbaz û mercên weşanê

Rêbaz û mercên weşanê

Hûn dikarin rêbaz û mercên weşanê yên Kovara Sormeyê wekî dosyayeke PDFê daxînin

Rêbaz û mercên weşanê yên Kovara Sormeyê:

– Mercên weşanê
– Lêkolîn û gotarên nivîsandî û her weha yên wergerandî ji bo nirxandinê têne pejirandin.
– Divê nivîskarên lêkolînên şandî guh bidin lêveger, çavkanî û belgeyan û divê çavakanî û lêvegerên ji pirtûk, kovar, hevpeyvîn, malper..hwd li gor rêbazên akademîk hatibin nivîsîn.
– Gerek e nivîsên şandî berî şandinê di tu weşannameyeke kaxezî yan elektronîk de nehatibe weşandin û ji alîyekî din re nehatibe pêşkêşkirin.
– Divê nivîsên şandî xwe bispêrin dosyaya hejmarê ya ku di malpera Kovara Sormeyê û rûpelên medyaya civakê de tê ragihandin.
– Her wisa lêkolîn û gotarên ji derveyê dosyaya hejmarê li gor pûtepêdan û nirxandinên Kovara Sormeyê têne pejirandin.

– Maf û Mercên Kovara Sormeyê:
– Mafê Kovara Sormeyê heye ku lêkolîn û gotarên weşandî -derveyî sedemên bazirganî- li ser rûpelên xwe, di nava pirtûkok an pirtûkên elektronîk û çapkirî de belav bike. Di vî warî de, kovar nivîskar an wergêr haydar dike lê tu pereyan li şûna belavkirin û weşandinê nade wan.
– Hemû nivîsên şandî yên pejirandî dikevin ber rêbazên Kovara Sormeyê yên edîtorî û serrastkirinê.
– Nivîskar û wergêrên ku nivîs û wergerên wan têne pejirandin, pereyekî li gor derfetên madî yên heyî werdigirin û pere li gor kaxezeke fermî ya bi mohra kovarê mohrkirî têne dan.

– Pêngavên Weşanê:
– Nivîs û werger ji e-peyama Kovara Sormeyê re têne şandin û pirsyar ji e-peyamên taybet ên sernivîskaran re têne şandin.
– Kovara Sormeyê bersiva wergirtina nivîs û wergeran dide nivîskar û wergêran û paşê bersiva pejirandin an nepejirandinê di nava 15 rojan de dide.
– Heger sernivîskarîya Kovara Sormeyê hin serrastkirin xwestin, ji nivîskar û wergêran tê xwestin ku wan serrastkirinan di nava 15 rojan de bipejirînin û bibin serî; heger nehatin pejirandin û serrastkirin dê nivîs û werger neyêne weşandin.
– Ji bo Beşê Kurdî yê Kovara Sormeyê, kovar lêkolîn û gotarên ku ji zimanê Erebî hatine wergerandin napejirîne.

Nîşe: Heger tu pêşnîyarên we yên der barê dosyayên hejmaran an çapkirin û şêwaza kovarê de hebin, hûn dikarin wan bişînin e-peyama Kovara Sormeyê (Kovara.sormey@gmail.com), em ê spasdarên we bin.