Home / Lêkolîn û gotarên wergerandî / Projeya Dîroka Niştimanî ya Jinan Dîroka Tevgera Mafên Jinan

Projeya Dîroka Niştimanî ya Jinan Dîroka Tevgera Mafên Jinan

Ji alîyê Bonnie Eisenberg û Mary Ruthsdotter ve hatiye nivîsîn. Projeya Dîroka Niştimanî ya Jinan di sala 1998an de.

Ji zimanê Îngilîzî: Bihar Mirad

Jîyana di nava mîrata ku Tevgera Mafên Jinan bi dest xistiye: Tevgera Mafên Jinan ji sala 1848an heta sala 1998an.

Daxistina dosyayê wekî PDF

“Tu carî guman nekin ku hin welatîyên hindik, ên ku kûr difikirin, nikarin cîhanê biguherin; çunku bi rastî ew in ên ku dikarin tiştekî bikin.” Piştî ku Margaret Mead   demeke dirêj li ser gelek çandên cuda yên li seranserê cîhanê sekinî, ew giha vê encama jorîn. Derfet hebe ku tu di nava jîyaneke olî ya azad de bijî, tu bacên hikûmetê bidiyê, gotina te di hikûmetê de heq bîne û tu jîyaneke azad a dûrî koletîyê bijî. Girêdayî van xalên rabihurî, gelo gerek bû mirov jîyana xwe bi çi awayî derbas bikira? Ha ev pirsa han bi xelkê xerîb dihat. Gelek mirovan ev tişt xerîb didît. Lê bawerîya kesên xewnbîn bi van hiziran hatibû heta bi asta ku karê wan ê çalak, hizir û helwestên xelkê guhertin û niha ev bawerî di civaka DYAyê de bi awayekî giştî hatiye rûniştandin.

Ramaneke din a xerîb hebû û xelkê ew jî qebûl kir; ku jin jî karîbin bibin welatîyên DYAyê. Sala 1998an hat destnîşankirin wekî salvegera 150mîn a tevgereke ku ji alîyê jinan ve hatibû meşandin ji bo bidestxistina hemû mafên jinan ên sivîl di wî welatî de. Di pêvajoya jîyana van her heft nifşên dawî de, guhertinine qanûnî û civakî yên çalak hatibûn pêkanîn heta ku êdî ev qanûn wekî tiştekî normal di jîyana van mirovan de hatin pejirandin. Ew guhertinên dramatîk ên ku di jîyana jinan de çêbûne, ew guhertinên di jîyana van her heft nifşên dawî de, di jîyana malbatê de, di olê de, di hikûmetê de, di kar de û di hînkirinê de bi rengekî jixweber derketine holê, çunku jin bibiryar bûn ku van guhertinan pêk bînin û bibin serî. Girêdayî van guhertinên sersiruştî yên di warê qanûnê û xwemakîya mirovan de, jin ne temaşevanine neyînî bûn. Heft nifşên jinan xwe daye hev da ku van guhertinan bi awayekî herî demokratîk pêk bînin. Wan ev guhertin di rêya meş, hevdîtin, lobî, axaftinên giştî û liberxwedaneke aram de pêk anîn. Wan biryar dabû ku bixebitin û bingehên jîyaneke baştir deynin, ku jixwe ew bi xurtî bi ser ketin. Di sala 1998an de salvegera Tevgera Mafên Jinan a 150mîn bi bernameyên aşopî hatibû pîrozkirin. Wekî gelek çîrokên sersiruştî, dîroka Tevgera Mafên Jinan bi komeke mirovan a piçûk dest pê kir; wan pirs dikir bê ka çima jîyan bi awayekî nedadperwer li xelkê dihat tengkirin.

Vexwendineke Vexwarina Çayê Dibe Sedema Destpêka Şoreşekê

Tîrmeha sala 1948an wekî destpêka Tevgera Mafên Jinan tê destnîşankirin. Di wê roja havînê ya germ de, li bakurê bajarê New Yorkê, kebanîyeke ciwan a bi navê Elizabeth Cady Stanton bi çar hevalên xwe re ji bo vexwarina çayê hatibû vexwendin. Dema mijara axaftina wan çû ser rewşa jinan, Elizabeth Cady Stantonê da xuyakirin ku ew ji wan sînorên ku li jêr sîya demokrasîya DYAyê ya nû li hemberî jîyana wê hatine danîn nerazî ye. Ma ev ne heftê sal in ku Şoreşa DYAyê di nava şer de ye da ku sitemkarîyê têk bibe û azadîya welatperweran bi dest bixe? Lêbelê tevî ku jinan mil da milê mêran û heman metirsîyên mezin derbas kirin, wan azadîya xwe bi dest nexist. Bêguman gava ku jin roleke çalak di civakê de bigerînin, dê komara nû sûdê ji beşdarbûna wan a di civakê de wergire. Hevalên Stantonê bi kûr û dûrî pê re mijûl bûn û destekek da ramanên wê. Bêguman, ev ne koma jinan a piçûk a yekem bû ku axaftineke bi vê girîngîyê dikir, lê ew koma yekem bû ku bernameyeke bi vî awayî plan dikir û cîbicî jî dikir.

Îroj em li jêr sîya mîrata wê axaftina ku di danê piştî nîvroyê de, di navbera çend jinên heval de çêbûbû dijîn. Di sala 1998an de, çakakîyên ku salvegera Tevgera Mafên Jinan a 150mîn bi wan dihat pîrozkirin, didin xuyakirin ku ew guhertinên ku van jinan pêk anîne çi qasî mezin in û wêrekîya wan a wê demê dide eşkerekirin ku wan wêrîbû li hev bicivin û gazî xelkê bikin da ku di peymana mafên jinan a yekem a cîhanê de beşdar bibin.

Di nava du rojan de, dema wan çaya xwe ya esirkî vedixwar, vê koma piçûk rojek ji ragihandina peymana xwe re hilbijart, cihê guncer jî ji tevgera xwe re dît û li Seneca County Courierê kaxezên reklameke piçûk belav kirin. Wan navê peymanê kir “Peyamana Ji Bo Gotûbêjkirina Rewşa Jinan a Civakî, Sivîl û Olî û Mafên Jinan”. Civîn li Wesleyan Chapel li Senecay Fallê, di 19 û 20ê Tîrmeha sala 1848an de hat lidarxistin.

Di dîroka şaristanîtîya rojavayî de, tu civînên giştî yên bi vî awayî nehatibûn lidarxistin.

ReşnivîsaDanezana Nêrînan

Ew jinên niştimanperwer bûn ên ku di çakkirina komara nû de beşdar bûbûn û wan didît ku erkê wan ew e ku alî komarê bikin da ku komar li ser soza xwe bimîne û karîbe jîyaneke çêtir a li ser bingeha wekhevîyê ji welatîyan re peyda bike.

Dema ku jin li hev civîyan da ku tiştekî ji bo vê çalakîyê amade bikin, Elizabeth Cady Stanton, Danezana Serbixwebûnê kir çarçoveyeke nivîsîna “Danezana Nêrînan” a ku wekî tevgera geş hat destnîşankirin. Elizabeth  Cady Stantonê kampanyaya nû ya ji bo mafên jinan yekser bi sembola azadîya DYAyê ya hêzdar ve girê da.

Di nivîsa Elizabeth Cady Stantonê de û her weha di dîroka mirovahîyê de, zordarîya ku mêr li jinê dikir xwe dubare dike:

– Ji hêla qanûnê ve, jinên zewicî mirî û bêkesayetî bûn.

– Destûr tunebû ku jin dengê xwe di hilbijartinan de bidin.

– Ji ber ku jin beşdarî danîna qanûnan nedibûn, gelek caran ew radestî van qanûnan dibûn.

 – Mafê xwedîtîyê yê jinên zewicî tunebû.

– Desthilatîya qanûnî ya zilam di ser ya jinê re bû û ew berpirsyarên jinên xwe bûn, heta asta ku mêr karîbû jina xwe zindan bike yan jî lê bixe bêyî ku tu ceza lê were birîn.

– Qanûnên veqetînê û çavdêrîya zarokan, mêr di ser jinan re digirtin û wan qanûnan tu maf nedida jinan.

– Tevî ku tu nimînendeyên jinan di warê bacdanê de tunebûn, ji wan dihat xwestin ku bacên xwedîtîyê bidin.

– Piranîya karan ji boyî jinan dihatin spartin, lê dema ku jinan kar dikir, wan tenê pareke mûçeya zilam dibir.

– Destûr tunebû ku jin beşên wekî pizîşkî û qanûnê bixwînin.

– Derfet nebû ku jin perwerde bibin ji ber ku tu zanîngehan şagirdên jin qebûl nedikirin.

– Destûr ji kêm jinan re hebû ku di karûbarên dêrê de beşdar bibin.

Peyvine giran… azarkirineke mezin… lê ji bîr neke: Ev tişt berî heftê salî bûn, piştî Şerê Serbixwebûnê yê DYAyê bû.

Ma ne cîyê matmayînê ye ku ev reftara nedadperwer a li gel jinê di vê demokrasîya nimûneyî ya nû de bibe nimûne? Lê Danezana Nêrînan rewşa jinên Ewropayî û yên DAYyê di sala 1848an de dîyar kir dema ku rewşa jinên çermreş ên kole hîn ji wilo bedtir bû.

Reşnivîsa Elîzabeth Cady Stantonê berdewam dike: “Ji ber ku nîvê mirovên vî welatî ji mafên xwe bêpar in û ji ber jihevketina olî û civakî ya li jêr sedema qanûnên nedadperwer ên ku me li jor destnîşan kirine, her wisa ji ber ku jin pê dihesin ku ew derî dadmendîyê hatine xapandin û sitembarkirin û ew bi dek û dolaban ji mafên xwe yên pîroz hatine bêparkirin; ew heter dikin ku niha di cih de hemû mafên xwe bistînin.”

Wê havînê bayê guhertinê radibû û Elizabeth Cady Stanton gelekî bihêvî bû ku dê siberoja jinan geştir bibe.

Peymana Yekem a Mafên Jinan

Wekî ku hatibû plankirin, wan xelk vexwend peymanê û di nîqaşa ku du rojan dirêj kir de, Danezana Nêrînan û duwazdeh çareserî û lêmikurhatinên giştî hatin danîn, her weha hinek serrastkirin jî hatin pêkanîn. Tenê çareserîyek nehat pejirandin ku ew jî arêşeya dengdayîna jinê ya di hilbijartinan de bû. Bawerîya beşekî mezin ê xelkê bi meseleya dengdayîna jinê nedihat. Lucretia Motthevala, hevala Elizabeth Cady Stantonê ya herî nêz bi xwe mat mabû dema ku Stantonê fikireke bi vî awayî  pêşnîyar kiribû.

Di danînê peymanê de, dengê nîqaşeke germ a li ser dengdana jinan di hilbijartinan de di felekan re derket.

Blacklashê Dest Pê Kir

Bêguman Elizabith Cady Stantonê destê xwe danîye ser birînê dema ku wê berî her kesî gotiye: “Şaşfêmkirin, nimandina şaş û qeşmerî.” Edîtorên rojnameyan ji ber wêrekîya wê zêde mat mane. Ji ber vê dilêrîya Danezana Nêrînan û bi taybetî ji ber çareserkirina nehemîn a ku dibêje jin mafê dengdanê dixwazin; wan edîtoran êrîşî jinan kiriye. Temenê tevgera mafên jinan rojek bû û Blacklashê dest pê kiribû. Reng e nivîsa têkûz bi qeşmerî hatibû belavkirin, ew jî bi navê stranbêjên ku gelek caran wekî qeşmerî bandora wan a qayîm li ser hizirên nû hebû. Ev êrîşa di çapemenîyê de hişt ku gelek mirovên di peymanê de careke din li helwestên xwe vegerin û gelek jinên ku di peymanê de beşdar bûbûn ji xwe fedî kir ji ber ku wan îmzeyên xwe bi eşkeretî ji danezanê bi paş ve kişandibûn. Lêbelê piranîya wan xwe ragirt û tiştekî ku edîtoran hesabê wî nekiribû qewimî. Gotarên wan ên neyînî yên li ser banga jinan a ji bo berfirehkirina mafên wan, bihêrs bûn û bandora wan gotaran erênî bû, berevajî hêvîya wan a ku dixwest peymanê reş bikin. Xelkên bajar û bajarokên dûr bi dilgermî nêzî mijarê bûn û gelek xelk tev li gotûbêja germ a li ser mafên jinan bûn.

Tevger Berfireh Bû

Jinên Seneca Fallsê bi xweşbînî hêvî dikir “ku rêzepeymanên bi vî rengî li hemû alîyên welat bêne pejirandin.” Bi rastî jî wilo çêbû, peymanên ji bo mafên jinan bi rêzikî ji sala 1850yî de heta destpêka Şerê Birakujîyê dihatin pesendkirin. Di hin civînan de xelk bi neçarî vedigerîyan malê ji ber ku cih têra wan nedikir, an ku milet bi berfirehî beşdarî civînên gotûbêjkirina wan peymanan dibû.

Tevgera Mafên Jinan di dawîya sedsala duwazdehan de dest pê kir ku gelek babetan di peymanê de şirove û dîyar bike.

Elizabeth Cady Stanton û hin jinên din wekî Susan B. Anthony, Lucy Stone û Sojourner Truth li hemû alîyên welat digerîyan, semînar li dar dixistin û rêxistin ji bo her çil salên pêşîyê re amade dikirin. Bi rastî qezenckirina mafê dengdanê bûbû babeta herî girîng, ji ber dê dengdan bibûya navgîna hin serrastkirinên din. Hemûyan got ku kampanyaya ji bo bidestxistina mafê dengdana jinan rastî dijberîyeke dijwar hat û ji ber vê yekê wê kampanyayê 72 salan dirêj kir heta ku jinan û piştgirên wan ên mêr karîbû armancên xwe bi awayekî biserketî pêk bînin.

Wekî hûn dizanin, çi kampanyaya ku 72 salan dirêj bike, bi hezarên stratejîyên sîyasî, sazkerên jêhatî, gerînende, çalakger û lobî jî cihê xwe tê de digirin. Bi rastî gelek astengî ketin pêşîya jinan heta ku wan karîbû mafê dengdanê bi dest bixin. Ji nav van jinan çend çalakger hebûn ku divê nav û berhemên wan ji xelkê DYAyê re bêne naskirin; wekî navê Thomas Jefferson, Ebraham Lincoln û Martin Luther King.

Helbet Elizabeth Cady Stanton, Susan B. Anthony, Matilda Joslyn Gage û Lucy Stone; ev hemû teorîstên pêşeng ên Tevgera Mafên Jinan bûn.

Pistî Ku Mafê Dengdanê Hat Bidestxistin

Piştî ku  mafê dengdanê hat bidestxistin, Tevgera Mafên Jinan xebata xwe di gelek waran de berdewam kir. Dema ku piranîya jinên ku derdiketin meşan, ên daxwazname pêşkêş dikirin û yên ku ji bo bidestxistina mafê jinan ê dengdanê  di lobîyan de endam bûn, ji bidestxistina mafê dengdanê dûrtir nehizirîn, hin kesên wekî Alice Paul tê gihaştin ku dê daxwazkirina mafên jinan kêferateke berdewam be, erê ew têkoşîn bi pêş ve dikeve lê hêvîyên wan li cem bidestxistina mafê dengdanê tenê nasekine û ew bi vê yekê bi tenê ne qayîl in.

Di sala 1920an de beşê kar ê ofîsa jinan hatibû damezirandin da ku agahîyan der barê rewşa jinan de bidin hev û berevanîya wan a ji bo guhertinê bikin, ku wan didît  ev yek gerek e da ku pişta wan jinan bê girtin û bêne parastin.

Di sala 1923yan de Alice Paul -birêvebera Partîya Jinan a Niştimanî- hin gavên din avêtin. Wê reşnivîsa Serrastkirina Mafên Yeksan ji bo Makeqanûna DYAyê nivîsî. Qaûneke federal a mîna vê qanûnê dê dabîn bike ku “mafên jin û mêran di DYAyê de wekî hev bin.”

Tiştekî din di tevgera mafê dengdanê de girîng e, ew tiştê  ku kesekî di Seneca Fallsê de texmîn nedikir lê di “Danezana Nêrînan” de cih girtibû; ew jî tevgera kontrolkirina zayînê bû. Dema ku mafê dengdanê hat bidestxistin, ev xal ji alîyê hemşîreyeke bi navê Margaret Sanger ve hat destpêkirin. Ew hizirî ku gerek e mafê jinê yê kontrolkirina laşê wê hebe, bi taybetî kontrolkirina zayînê û azadîya zayendî. Vê tevgerê ne tenê rahişt barê hînkirina jinan a di warê kontrolkirina zayînê de, lêbelê wê dixwest ku wan hişyar bike û bi wan bide bawerkirin ku azadîya jinên nûjen ew e ku jin biryarê bide bê ka ew dixwaze bibe dayîk an na û kengî dixwaze bibe dayîk? Bi dehan salan, Margaret Sanger û piştgirên wê rûberî qanûnên ku mafên jinan qebûl nedikirin dibûn. Di sala 1936an de Dadgeha Bilind biryar da û kontrolkirina zayînê wekî tiştekî kirih bi nav kir.

Rewş weha domîya heta ku du hevjînan di sala 1965an de mafê astengkirina ducanîyê bi awayekî qanûnî wergirt.

Pêla Duyem

Tevgera Mafên Jinan ne di sala 1960î de dest pê kir, çunku tiştê rast ew e ku pêla aktîvîzmê ya duyem di sala 1960î de ket serê xelkê û êdî piştgirîya wê di van her deh salên dijwar û bişêlûbêl de bi çend bûyerên serbixwe hat kirin ku her bûyerekê jî nav û dengê Tevgera Mafên Jinan bêhtir belav kir.

Di serî de, Esthen Peterson, sernivîsera “The Women’s Bureau of the Dept of Labor” a di sala 1961ê de hebû. Wê hizir kiriye ku hikûmet berpirsyar e ku roleke çalak bigerîne û li dijî cudakarîya li dijî jinan derkeve. Bi handana wê, serok Kennedy desteyek vexwend da ku ji bo rewşa jinan li hev bicivin û Eleanor Roosevelt wekî seroka desteyê bi nav kir. Babeta raporta ku di sala 1963yan de ji hêla wê desteyê ve hatibû amadekirin, der barê cudakarîya li dijî jinan bû û giranî dabû jîyana wan a rojane li hemû deverên DYAyê. Paşê hikûmetên herêmkî desteyên ji bo jinan damezirandin da ku rewşa jinan nas bikin û guhertinan pêşnîyar bikin.

Paşê di sala 1963yan de, Betty Friedan pirtûkeke ku wekî xala guhertinê tê hesêbkirin weşand. Pirtûka bi navê “The Feminine Mystique” encama vekolînekê bû ku wê bi xwe amade kiribû. Di wê pirtûka xwe de, Betty Friedan zilma zordestîya çandî û hestbar a ku li dijî jinên zana dihat meşandin ronî kiriye. Wê ev tişt kir belge ji ber ku vebijêrkên jîyanê gelekî teng bûn. Ev pirtûk herî zêde hatibû firotin û bi hezarên jinan hişyar kirin û hişt ku ew kesayetîya xwe xurt bikin û xwe ji zindan û çarçoveya bermalîtîyê derînin.

Tiştine Nû Derketin Holê

Bêguman Stantonê destê xwe danî ser birînê. Ew komên jinan ên piçûk di sedên civakan de dixebitîn û wan giranî dida projeyên wekî weşandina rojnameyan û avakirina pirtûkxane û kafeyên jinan. Wan penageh ji jinên ku rastî lêdanê dihatin û yên ku destdirêjî li wan dihat kirin ava kirin da ku guh bidin wan jinên ku bûbûn qurbanîyên destdirêjîya zayendî û zordestîya xwemalî. Ew li hev civîyan da ku navendên sexbêrîya zarokan ava bikin û êdî jin karîbin li derveyî malê bi heq kar bikin. Jinên ku di warê tendirustîyê de pispor bûn, nexweşxane vekirin ji bo ku zayînê kontrol bikin, rûbêjkirinên di warê malbatê de pêk bînin û ji bo ku xizmeta di warê jiberkirina zarokan de bibin serî û kar ji bo wan jinên ku mûçeya wan kêm bû dabîn kir. Ew nexweşxane ji bo gotûbêjkirina gelek mijarên girêdayî tendirustîyê cihine ewle bûn.

Di sala 1972yan de, rê yekser li ber jinan vebû da ku xwendina bilind bixwînin û di dibistana pîşeyî de bû qanûn ku hejmara jinên pizîşk, parêzer, endazeyar, avahîsaz û hin pîşeyên din du caran li berê be.

Di civakê de, di gelek waran de, Tevgera Mafên Jinan gelek guhertinên pîvanbar pêk anîn. Di sala 1972yan de % 26 ji mêr û jinan got ku ew ê dengê xwe nedin berendameke jin a serokatîyê. Di 1996an de nêrîn hat guhertin û rêje daket % 5 ji jinan û % 8 ji mêran.

Lê bandora herî çalak a Tevgera Mafên Jinan di van her deh salên dawî de serbestîya jinan a darayî bû. Hûn dizanin ku berî 25 salan kredit kard bi navê jinên zewicî nebûn û mûçeya wan jî ji ya zilaman kêmtir bû!

Serrastkirina Mafên Yeksan Dîsa Hat Pêşkêşkirin

Di pişt re, di sala 1972yan de, serrastkirina mafên yeksan -ên ku di kongereyê de hema hema 50 salî lawaz bûbûn- di dawî de hatibû pejirandin û ji dewletê re hatibû şandin da ku bê pesendkirin. Kampanyaya ji bo pesendkirina serrastkirina mafên yeksan ji hêla dewletê ve, derfet da bi mîlyonan jinên welat ku bi awayekî çalak di Tevgera Mafên Jinan de beşdar bibin. Rêxistinên jinan endamên xwe xebitandin da ku di berhevkirina pereyan de alîkar bin û piştgirîyê bidin serrastkirina mafên yeksan, her weha meş hatin lidarxistin û kesên berpirsyar jî hatibûn vexwendin.

Tevî ku dengdanê da xuyakirin ku piranîya xelkê piştgirîyê didin serrastkirina mafên yeksan, gelek sîyasetmedaran serrastkirina mafên yeksan wekî tiştekî gelekî dîyalektîk hizir kir. Dema xelkê cara yekem dengê xwe li ser van mafan dida, piranîya, heger ne hemû, meseleyên Tevgera Mafên Jinan girêdayî dîyalektîkê bû, wekî mînak heger jin li derve kar bikira, dê vî tiştî malbat ji hev bixista û ji bo beşdarbûna jinê di hilbijartinên neteweyî de wan digot çima dê jin serê xwe bi vî tiştî biêşînin! Ev xal û hin xalên din jî cihê rûreşîyê bûn û tu kesî nikarîbû tê de bifikire jî. Niha ev mesele hema hema li hemû alîyên cîhanê têne pejirandin.

Gelek Alozî Derketin Holê

Ew mijarên ku di sala 1848an de di peymana Seneca Fallsê de hatin nîqaşkirin, niha bi awayekî çalak berdewam dikin. Kesên ku di nîqaşa xala guhertinê de amade bûbûn, tu carî babetên Tevgera Mafên Jinan ên di sala 1990î de texmîn jî nedikirin. Piranîya  nîqaşên wan li ser babetine dûrî mafên yeksan bûn.

Xewn Bû Rastî   

Di wan 150 salên xebata jinan de, Peymana Mafê Jinan -a ku wekî xala guhertinê tê hizirkirin- hat bipêşvebirin. Jinan bi awayekî berbiçav pêşketinek xist Danezana Nêrînan. Jinan ne tenê mafê dengdanê wergirt, lêbelê ew di ofîsên hikûmetê de li ser hemû astan hatin hilbijartin. Jannete Pankin yekem jin bû ku di kongereya sala 1916an de hatibû hilbijartin. Di sala 1971ê de, piştî sê nifşan, hejmara jinan di kongereyê de kêmî % 3 bû. Îroj 11 kursîyên kongereyê ji jinan re hatine veqetandin. Ji bilî wilo jî, jinan bi awayekî biserketî, hezar guhertin derbasî qanûnên dewletê yên xwecihî û federal kirin, nemaze qanûnên ku rola jinan di warê civakî û qanûnî de bi sînor dikirin. Der barê kar de, hejmareke mezin a jinan di gelek pîşeyan de kar kir; di warê bazirganîyê û hemû warên din ên kar de. Di warê olî, leşkerî û rojnamegerîyê de jî.

Îroj jin û keç li jêr sîya mîrata mafên jinan dijîn ku heft nifşên jinan ên berî me hemû tiştên li ser xwe kirin da ku wê mîratê pêk bînin û bigihînin me. Alice Paul, ew sazkera dilêr a ku serrastkirina mafên yeksan cara yekem di sala 1923yan de nivîsî, gotiye: “Ez her û her pê dihisim ku tevger şêweyekî mozayîkê ye, her yek ji me kevirê xwe yê piçûk ê taybet dideyne û paşê mozayîkeke gewre çêdibe.”

Check Also

Hiş û Nasname

Sebrî Silêvanî Tîpguhêzîya ji Kurmancîya Behdînanî: Evdo Şêxo   “Miletê amade be bihayê aştî û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *