Home / Lêkolîn û gotar / Pend û Reftar

Pend û Reftar

Pend û Reftar

Hisên zêdo

Daxistina Dosyayê wekî PDF

Pend û Reftar

Li dirêjahîya serdemên dîrokê, wêjeya Kurdî bi gelek sedeman derfeta nivîsînê nedîtiye, rêya xwe tenê bi rengekî devkî vekiriye û li ser zimanan gerîyaye ku gelê Kurd karîbû wêje û hunera xwe bi rêbazên devokî li ser zimanên bîrbir û afirîneran belav bike.

Wêjeya devokî bandoreke sûdewer û erênî li ser hizir û bîrewerîya mirovê Kurd kiriye û her weha bûye sedem ku di nav cografyaya Kurdan de li ser zimanan belav bibe û bandorekê li reftarên civaka Kurdî jî bike.

Wêjeya devokî ji stran, helbest, çîrok û pendan pêk tê. Ev wêjeya devokî heta nuha di hilkeftên civakî û gelêrî de tê ser zimanan.

Ji nava van beşên wêjeya devokî, ên herî bibandor pend bûn ku wan bandoreke mezin li sinc û reftarên civaka Kurdî kir û karîbû guhertinên berbiçav di serrastkirina reftarên mirovên Kurd de çêkin.

Di nava axaftinên civaka Kurdî de, pend bi hêsanî derbas dibin, carinan bi wateya gazindarî û gunehkarîyê têne gotin û carinan bi wateya spaskirin û pesindayînê jî têne bikaranîn. Ev her du alîyên watedar ên pendan bandorê li reftarên mirovên Kurd dikin û reftarên wan ber bi sincekî sergihayî ve dibin. Mînaka van pendan:

Eger jintî bi hev re baş bin tu carî bira şaş nabin.

Yê ji zikê xwe hez bike, hevalên xwe winda dike.

Yê neke bi ya mezina wê qiloçên wî bibin ên bizinan.

Qencî  xweş e, xirabî marê reş e.

Mîrata civaka Kurdî bi wêjeya xwe ya devkî tijî berhemên hizirî û çandî ye. Kultura Kurdî xwedî çandeke devokî ya zengîn e û bi demê re devokîya çanda Kurdî mîna pendên Kurdî bû rêbaza zanista dan û standinê di navabera mirovên Kurd de. Ev zengînî bi awayekî devkî ji herêmekê heta herêmeke din hate veguhastin, nexasim mijarên girêdayî pendan ku ji alîyê bandorî, şirovekirin û zanînê ve ne kêmî çandên gelên herêma hawirdorê ne.

Tev li ku çanda Kurdî di dîrokê de her dem rastî dagirkirin û qirkirinê hatiye, lê mîrata xwe ya devokî her dem bi heman astê di hizirên xwe de parastiye. Ev yek rastîya kevnarîya gelê Kurd, dîroka Kurdan û hebûna wan derdixîne pêş û nasnameya zimanê Kurdî di rêya wêjeya devokî re eşkere dike.

Heger mîrata Kurdan û bîrewerîya gelêrî ji alîyê wêje, çanda gîyanî, şûnewarî û bermayîyên heyî ve bêne berawirdkirin, rastîya naveroka pendên Kurdî dê xuya bike, ji ber ku bîrewerîya gelê Kurd tijî çîrok û destan e ku rastîya van pendan teqez dikin. Her weha heger lêkolîn li ser navên mêrxasên di çîrokên Kurdî de bêne çêkirin û di nav re stranên olî û dîlanên gelêrî, kincên dema berê û rêbaza jîyana dema berê bi giştî bikevin ber serada vekolînê, wateya pendan û bandora wan ser van alîyên jîyanê dê bêne şirovekirin.

Pend wekî ayîneke civakî girêdayî jîyana Kurdan a rojane bûn û di dema bêrêbazîya jîyana Kurdan de ji wan re bûbûn wekî peymaneke civakî. Di naveroka pendên Kurdî yên devokî de zanîn û çakzanîyeke civakî hene û ew encama zanatîya bavpîrên Kurdan û şîretên pêşîyan in, lewma ew pend li ser zimanan man û heta roja îroj di civatên Kurdan de têne gotin:

Xwe nedin ber dîwarê ketî.

Aqil taca zêrîn e, li serê her kesî nîne.

Heger diz ji malê be, hîle betal e.

“Kulfeta esilzade, êgir li ser sêrî dade, namûsa xwe ji ruhê xwe.

Her kes li ser mirîyên xwe digirî.

Gotin rehet e, kirin zehmet e.

Ji mêj ve ye ku gelê Kurd di mercên çetin re derbas bûye, çi ji alîyên sîyasî û xwezayê ve û çi ji alîyên civakî ve; ji şer û pevçûnên ku li ser xaka Kurdan diqewimîn bigire heta bi dagirkerîya çandî, olî û hizirî, lê tev li van mercên zehmet jî, wêje û hunera Kurdî di rêya devokîya stranbêj, dengbêj û oldaran re nifş bi nifş gihaşt roja me ya îroj.

Pendên Kurdî bi hemû nimûneyên xwe hunerî û wêjeyî ne, her weha şêweyekî muzîkê di devokîya pendên Kurdî de xuya dibe, ew jî rehetîyê ji guhan re çêdike û hezkirina wateya pendan nêzîkî dilên mirovan jî dike. Ev hemû tişt dihêlin ku pend bedewîyekê bidin xuyanî, nexasim ku gelek pend li ser zimanên lawir û cinawirên xwezayê hatine gotin, wekî şîret û serpêhatîyên ku li ser lawiran hatine gotin an bi zimanê wan bi xwe hatine ragihandin:

Bizin bi dizî gan dixwe lê eşkere dizê.

Nikare bi kerê dibeze kurtan.

Li şûna şêra mane rovîyên şikêra.

Biharê pez, payîzê rez, zivistanê ez.

“Navê gur derketiye, rovî dinya qelandiye.”

“Devê hirçê negihaşte sêvê, got: Sêv e tehl e.”

Di nava pendên Kurdî de, şîret û fêre li ser hemû alîyên jîyana civaka Kurdan hatine gotin: Li ser ezezîyê, mêranîyê, sincan, jinê, xwezayê û lawiran jî. Her çendî hin pend her dem ne nêrînên rast ên jîyanê ne jî, lê gelekên wan xwedî wêjeyeke astbilind in û bermayîyên çandeke dêrîn a bav û kalan in. Pendên Kurdî di gelek merc û deman de ji êşên civakê re dibûn derman û carinan pendan karîbû helwesta civakê li hember bûyereke civakî  biguherînin, ji ber vê yekê jî pendên Kurdî dê di dîrok û bîrewerîya wêjeya Kurdî de her bimînin:

Dinya ji qencan vala nabe.

Bi girî ranabin mirî.

Qenca ez xwestim  pîsa ez birim.

Bi pirsê mirov diçe Xursê.

Darê di bin xwe de nebire.

Gotina ne ji dil wekî meşka bêkil.

Zor zane û zêr zane.

Bipirsin ji kalê xuyayî û ji xortê gerîyayî.

Piranîya pendên Kurdî hêja ne ku di bîrewerîya çandî û komî ya mirovahîyê de sax bimînin û ji jibîrkirin û paşguhkirinê bêne parastin, ji ber ku nirxên çanda dêrîn û wêneyekî sincên civaka rast di hundirê wan pendan de hene; di wan de maf, sûdewerî, wekhevî û hezkirin hene.

Pendên gelêrî yên Kurdî gelek caran pirsgirêkên civakî di jîyana Kurdan a rojane de çareser kirine û di vî warî de rola pendan ne kêmî rola ayîn û qanûnan bû, ji ber ku pendên Kurdî dîmeneke bedewîya di nava mirovan de dinimînin û bersiveke bedew a sincên nirxbilind belî dikin. Pendên Kurdî her wisa li ser rola jinê û nirxên wê di civakê de disekinin û giranîyê didin kesayetîya mirovan, laşê wan û xûyên wan. Nakokîyên di nava civaka Kurdî de jî ji pendan kêm nemane. Wekî din, pend li ser welatperwerîyê jî pir sekinîne, lê tiştê balkêş ê pendên Kurdî guhdana bi reftarên mirovan û hewldana guhertina wan e. Serrastkirina reftarê civaka Kurdî parçeyekî peywira bengehîn a pendên Kurdî ye ku ji bo wê çêbûne û heta nuha pendên Kurdî bi vê rolê radibin.

 

 

Check Also

Wêjeya Devkî… Gîyayê Ku Li Ser Koka Xwe Şîn Hatiye

Wêjeya Devkî… Gîyayê Ku Li Ser Koka Xwe Şîn Hatiye Daxistina Dosyayê wekî PDF Wêjeya …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *