Home / Çalakî / Koma Sormeyê ya Xwendinê / Koma Sormeyê ya Xwendinê: Xwendekarên Beşê Ziman û Wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Rojavayê romana “Cihûyê Xweşkok” a Elî Elmuqrî nîqaş kir.

Koma Sormeyê ya Xwendinê: Xwendekarên Beşê Ziman û Wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Rojavayê romana “Cihûyê Xweşkok” a Elî Elmuqrî nîqaş kir.

Koma Sormeyê ya Xwendinê do êvarê, 24.02.2017an, rûniştina xwe ya 8em li nivîsgeha Kovara Sormeyê ya bajarê Qamişloyê li dar xist.
Rûniştina ku bi beşdarîya xwendekarên Beşê Ziman û Wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Rojavayê çû serî, nîqaşa romana “Cihûyê Xweşkok” a nivîskarê Yemenî Elî Elmuqrî kir.
Xwendekarên beşdar rûniştin bi nêrîn, nirxandin û rexneyên xwe dewlemend kir.
Koma Sormeyê ya Xwendinê spasîya xwendekarên Beşê Ziman û Wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Rojavayê dike û hêvîdar e ku beşdarî û rûniştinên xwe yên nirxandina berhem û wergerên wêjeya Kurdî dewam bikin.
Hêjayî gotinê ye ku rûniştina nîqaş û nirxandinê bi beşdarîya wergêrê romanê, Evdo Şêxo, çû serî.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *