Home / Çalakî / Koma Sormeyê ya Xwendinê berhema William Saroyan Navê Min Aram e nîqaş dike

Koma Sormeyê ya Xwendinê berhema William Saroyan Navê Min Aram e nîqaş dike

Koma Sormeyê ya Xwendinê berhema William Saroyan “Navê Min Aram e” bi hazirîya wergêra berhemê, Sîmav Hesen, nîqaş kir. Koma Sormeyê ya Xwendinê îroj berêvarê, 17.05.2017an, rûniştina xwe ya 10emîn li Dêra Fabronyayê ya nêzî bajarê Qamişloyê li dar xist. Rûniştina ku di hembêza xwezayê de pêk hat, bi beşdarîya hezker û dildarên ziman û wêjeya Kurdî çû serî û nîqaşa berhema “Navê Min Aram e” a nivîskarê Ermen-Amerîkayî William Saroyan kir. Xwînerên beşdar rûniştin bi nêrîn, nirxandin û rexneyên xwe dewlemend kir. Koma Sormeyê ya Xwendinê spasîya xwînerên beşdar dike û hêvîdar e ku beşdarî û rûniştinên xwe yên nirxandina berhem û wergerên wêjeya Kurdî dewam bikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *