Hiş û Nasname

Sebrî Silêvanî

Tîpguhêzîya ji Kurmancîya Behdînanî: Evdo Şêxo

 

“Miletê amade be bihayê aştî û azadîya xwe bide, ne gengaz e ku bi dûmahî bê.”

Cewahirlal Nehru

Nasname bûn e û bûn jî nasname ye. Ka çawa em bi xwe dijîn, belê di jîyana hindek kesên dî re jîyanê nas dikin. Em dimirin û di mirina hindekên dî re mirinê dibînin. Aha wisa em Kurd in, belê di ziman û hişê bîyanîyan de li Kurdbûna xwe digerin. Heger em Kurd bin, nexwe Kurd bi xwe kî be? Girêdayî behsê, em du mirovan, yekî Kurd û yekî bîyan, bidin ber hev, çawa em ê bizanîbin bê kî ji wan Kurd e? Erê bi dilbêjî (Intution) û têgihaştinê, bi hizirê, bi ziman, bi cil û berg û sîmayan em dê bizanîbin, an jî hindek alavên din ên zanînê hene?

Daxistina dosyayê wekî PDF

Gelo em dikarin her kesê bi zimanê Kurdî diaxêve, an cil û bergên Kurdî li ber xwe dike, an jî li erdnîgarîyeke taybet dijî, wekî Kurd bi nav bikin?

Dema em dibêjin em Kurd in, mebest nasnameya neteweyî ye. Nasname wekî têgih hevbendeke qanûnî, ramyarî û gîyanî ya di navbera takekesan û welat de ye. Maf, pêgirî û berpirsyarîyê destnîşan dike (qanûnî ye ji ber ku hindek erk û mafan dîyar dike; ramyarî ye ji bo rêxistinbûyîn û akincîbûnê; gîyanî ye û dikare asta evandina welat dîyar bike).

Heger em ji alîyê qanûnî ve berê xwe bidinê, dîyar e takekesê Kurd wekî pêdivî rêzê li qanûnê nagire. Ew hizir dike ku azadî ew e tu qanûnê bibezînî, bidî ser. Ev saxleteke mirovên gundî ye ku xwe dûrî cewherê şaristanîntîyê dibîne.

“Hişkebawerîya gundî cihê dûgelê digire û bi karê wê radibe. Mirovê gundî şanazîyê bi hoza xwe dike û wisa hizir dike ku ew sedema man û rûmeta wî ye. Dûgelê jî wekî hokareke lawazî û hejarîyê dibîne û kêmasîyeke mirovê gundê wê li ser xwe qebûl dike.”1

Ma netewe yan dûgelê cihê hoz û binemalê di hişê Kurdî de girtiye? Bersiva vê pirsyarê gelekî sanayî ye. Heger girtibe nexwe gerek e qanûn serwer be û vîyan û hewadarî yên dûgel û neteweyê bin; jixwe heger ne wisa be, wate negirtiye. Em dikarin gelek mînakan li ser wê çendê bînin, ji qanûna trafîkê bigire heta digihe qanûna serokatîya herêma Kurdistanê.

Ji alîyê ramyarî ve, merivê Kurd hest bi havîbûneke yekcar mezin dike, ku desthilata sîyasî/ramyarî wî wekî alav, ne ku merem û armanc, dibîne. Jixwe ji alîyê gîyanî ve, vîyan û hezkirina me, hest û xîreta me li ser welat û hemû hûrgilîyên wî dikare hevbendîya me ya gîyanî dîyar bike; ka saz e yan nesaz e. Dîyar e em di navbera gund û bajaran de pirt û belav bûne. Me rehên xwe li gundan çikilandine û pêdivîya me bi ked û berhemên wan heye. Ji lew re em nikarin dest ji wan berdin. Her wisa em nikarin bizivirin gundan jî/bibin gundî ji ber ku me çiq û takên xwe li bajaran belav kirine.

Ji bilî pirsa antolojîk (dîrok û netewe), em nikarin li ser nasnameyeke xweser a takekesê Kurd rawestin û bidin xwendin. Ji ber ku nasname bi welat/dûgeleke xweser ve pabend e û ya dî hemû dê bibe pirseke neteweyî/dîrokî. Belê nebûna welat/dûgelê me neçar dike ku em di perspektîvên sosyolojîk re li pirsa nasnameyê binêrin, paşê rexne bikin û dahûrînin.

Marie Jahoda* der barê nasnameyê de dibêje: “Nasnameya tendirust ew e ya bi awayekî aktîv cîhanê û xwe nas bike û jîngeha xwe zeft bike.”2

Nexwe em dikarin bibêjin nasname ew e tu xwe û civaka xwe nas bikî û da ku tu xwe nas bikî, hindek pirsyarên mîna “ez kî me?” biazirîne.

Erik Erikson** di pirtûka “Nasname û Dewra Jîyanê” de heşt êstgehan/rawestgehan der barê nasname û karaktera mirov de dîyar dike ku her êstgehek ji ya dî cuda ye. Di her êstgehekê de birek pirsyar, qebxwazî û gumanan li hemberî nasname û karakterê diarizîne. Êstgeha heftan sebaret nasname û karaktera mirov ji temenê “nûgihaştinê” heta “pîrbûnê” ye û ez dixwazin li ser wê rawestim. Êstgehên dî jî girîng in belê îrojroj dîyar e hejmara pirtir di navbera nûgihaştin û pîrbûnê de ne.

Du pirsên sereke di vê êstgehê de hene:

Pirsa berhemdanê (Generatively) û pirsa mendbûnê (Stagnation).

Der barê berhemdanê de ew dibêje: “Di vê êstgehê de zixtika demî “It is hard to pin a time to it” dest pê dike. Wate, mirov hest pê dike ku dem zixtikê li mirov dide û zû dibihure. Ji lew re gerek e mirov bi evîn û vîyan beşdarî avakirin û xweleqandina tiştan bibe, bi tayberî beşdarî jîyana takekesan bibe da ku jîyaneke asûde bibîne û jixwe ev cewherê evînê ye. Şîyana berhemdanê (Generatively) ne ew e mirov dûndeha xwe zêde bike, belku ew e mirov bi hindek karên etîkî/sincî rabe, fêrî wêje û zanistên civakî/mirovayetî bibe û beşdarî hindek karên xêrxwazîyê bibe.”3

Li heman cihî behsa pirsa dî (mendbûn)ê dike: “Mendbûn heye û nabe em hizir di nebûna wê de bikin. Sedema mendbûnê belavbûna hêz û şîyanên mirov di pîyavên cudacuda de ye. Navê wê dîyardeyê/beşdarîyê Overextension fîşala/mibalexeya zêde di hindek pîyavên negirîng/nepêdivî de ye. Sedemeke dî heye, xwemandîkirin self-absorption, an ku mirov xwe dike berxwerekî mezin û ev bi xwe wateya neamadebûnê dide û berhemdan dibe hejmar û dûrî nirxdarîyê dikeve.”4

Heger em bi axaftina Erik Erikson bihizirin, em dê bibînin ku karaktera Kurdî bi giştî wisa ye. Ji alîyê berhemdanê ve bi tenê hejmar zêde dibe, belê nirx/başbûn wekî xwe ye û heger bipêşveçûnek hebe jî gelekî hêdî ye. Ji alîyê xwemandîkirinê ve jî, gelekî xwe diwestîne û di her biwar û bîyavê de aktîv dibe, ji lew re hêz û şîyanên wî berela dibin. Nikare giranîyê bide bîyaveke tenê, ji ber hindê dahînan kêm e û ev bi xwe jikarxistina karakterê ye û karaktera wisa zîyaneke mezin digihîne nasnameyê jî.

Dîyar e wan pirsan bandoreke neyînî li asta hevbendîya me di gel welat/neteweyê kiriye.

Têbînî:

* Marie Jahoda: Zanayeke zanistê û derûna civakî ye. Di sala 1907an de li Vîyanayê ji dayîk bûye û di sala 2001ê de koça dûmahîkê kiriye. Çendîn pirtûk di biwarê zanista derûnî û civakî de belav kirine û wekî nivîskar û zanayeke psîkolojîk tê naskirin.

** Erik Eeikson: Di sala 1902yan de hatiye ser rûyê dinyayê û di sala 1994an de koça dûmahîkê kiriye. Zanayekî biwarê zanistên derûnî û civakî ye, bi koka xwe Cihû ye û nasnameya wî ya DYAyê û ya Almanyayê jî hebûn. Der barê civak, sîyaset û nasnameyê de jî nivîsîye û xwedîyê “Teorîya Nasnameyê” ye. Pirtûka wî ya herî girîng “Nasname û Dewra Jîyanê” ye.

Lêveger:

  1. Elî Elwerdî, Dirasa Fî Tebîet Elmuctemei Eliraqî (Lêkolînek Der Barê Xwemakîya Civaka Iraqê De), Weşanên Behcet Elmeirîfayê, Bexdad, sala çapê ne dîyar e, rû: 28-29.
  2. Erik Erikson, Identity and the life cycle, 1980, 2nd edition, w. w. Norton, P:53.
  3. Erik Erikson, Identity and the life cycle. P:103.
  4. Erik Erikson. Ibid.

Check Also

Hiş û Hizir

 Sebrî Silêvanî Tîpguhêzîya Ji Kurmancîya Behdînanî: Evdo Şêxo   “Hizir ji sifetên Xwedê ye, Xwedê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *