Home / Hevpeyvîn / Hevpeyvîn Li Gel Nivîskar Yildiz Çakar

Hevpeyvîn Li Gel Nivîskar Yildiz Çakar

Yildiz Çakar: Di sala 1978’an de li Amedê hatiye dinyayê. Endama Avakar a Komeleya Nivîskarên Kurd e û her weha endama Pena Kurd e jî. Heta niha sê xelat wergirtine; Xelata Çîrokên Senaryoyê ya Beşê Sînemayê yê NÇMya Stenbolê (2000), Xelata Tîrêjên Zînê (2000) û Xelata Musa Anter (2002). Heta niha berhemên wê yên bi navên Goristana Stêrkan, Ala, Derî, Amed, Leylanok û Gerîneka Guernicayê derçûne. Niha jîyana xwe li Amedê didomîne.

Daxistina dosyayê wekî PDF

Nivîskar Yildiz Çakar wekî nivîskareke jin a herî çalak cîyê xwe di nava wêje û tevgera çandî û civakî ya Kurdistanê de girtiye û bi her rengî hewl dide ku rola jinê di gerandina destarê bipêşvebirina civaka Kurd de bi pêş ve bibe.

Di vê hevpeyvînê de em ê hewl bidin hin mijarên girêdayî nivîskarî û çalakîyên wê tev bidin û nêrînên wê yên der bare arêşeya jin û çandê de zelal bikin:

– Nivîskara hêja Yildiz Çakar, destpêkê em ji te re dibêjin dembaş û spasîya te ji boyî vê derfetê dikin.

Dema we jî her baş û xweş be.

– Di serî de ez ê pirseke giştî bikim; di çanda Kurdî de, neamze di wêjeya Kurdî de, tu cîyê jinê li ku dibînî, an ku roleke jinê ya berbiçav di afinerînerîya wêjeyî û çandî de heye gelo?

Berî ku em behsa rola jinê ya di warê wêjeya îro ya nivîskî de bikin, divê em behsa wêjeya devkî û rola jinê ya di afirandin û rûniştandina nasnameya civaka Kurd de bikin. Wekî tê zanîn, di wêjeya devkî de û bi taybetî jî di stran û kilamên ku heta îro gihaştine ber destên me de, em dibînin ku jin barekî mezin daye ser milên xwe û nasnameya civakê derxistiye holê. Ne tenê nasnameya civakê, bi giştî bîra dîroka bi sedan salan gihandiye nifşên nû û berdewamîya çand û hunera Kurdî hem çêkiriye, hem parastiye û hem jî heta îro anîye. Ev bi serê xwe roleke mezin e û afirînerîya jinê derdixe holê. Bi taybetî jî dema em bala xwe didin kilam û çîrokên ku heta îro gihaştine ber destên me, piranî bi dengê jinê ye. Jinan di her serdemê de, bi xwezayîya xwe, bêyî ku dengê xwe bike nava qaliban, behsa xwe kiriye, behsa şerên serdema xwe kiriye, behsa evîn û şînên xwe kiriye. Loma jî heger deng û rengê jinê tunebe, em ê nikarîbin behsa wêje, huner û çandê bikin. Çanda feodal û çarçoveyên teng ên oldarîyê dengê jinê di civakê de binax kiriye û piştî serdemekê ev afirînerîya jinê bi temamî ketiye jêr destê mêran. Mînakên bi vî rengî gelek in. Kilamên ku îro ji alîyê mêran ve têne gotin, piranî reng û hestên jinan in. Lê mixabin tevî ku bingeh jin e jî, heta îro tenê bi qasî hejmara tilîyan navên jinan gihaştine îro. Jin puxteya jîyanê ye. Her çi qas dengê wê hatibe binaxkirin jî, bandora bi sedan salan îro jî xwe dide der û êdî di nava 40 salên dawî de hêdî hêdî dengê jinê ji bin axê derdikeve.

– Gelek caran meriv pê dihise ku nivîskarîya Kurdî bi giranî nivîskarîya mêran e û tenê mêr dikarin hespên xwe di meydana wêjeya Kurdî de bibezînin. Gelo tu vê gotinê heta kîjan radeyê rast dibînî?

Dîsa vê pirsê jî bi mînakekê bibersivînim. Berî wêjeya nivîskî, em bala xwe didin civaka Kurd, jinek dikare di şînekê de bi roj û şevan a dilê xwe bibêje. Lê heta îro nehatiye gotin an nehatiye dîtin ku mêrek di şînekê de bi roj û şevan a dilê xwe gotiye. An ku çi? Ev zêmarên ku ji dilê jinê dertên, ev stranên ku di şahî û dawetan de dertên, peyt û delîlên afirînerîyê ne ku em baş dizanin jin çendî gerdûnmezin in. Lê nimandina jinê ya sîyasî, pirsgirêkên aborî, dab û kevineşopîyên malbatî, hişmendîya derebegîyê û çanda oldarîyê jin ji jîyanê dûr xistine. Wekî gelek tiştan, jin ji vê meydana wêjeyê jî bêpar maye. Loma jî hespên mêran di vê meydanê de bêhevsar dibezin! Meydaneke bi ya min zêde zêde vala, ji wateya xwe kêm, neheq û ji nimandina çanda civakê dûr e. Çawa çavên şev û rojê cihê ne. Çavên jin û mêran jî cihê ne. Niha ev civaka bi çavên mêran, jîyanê yan neynika civakê çawa dibîne! (Gelo dibîne! Ez wê jî nizanim?) Loma jî ev qadeke weha ye ku bi zorê hatiye dagirkirin, ne ku bi bi rengekî xwemakî hatiye çêkirin.

– Di romannivîsîya Kurdî de, em pirê caran dibînin ku lehengên romannivîsên Kurd bi giranî mêr in û jin gelek caran li paş perdeyê ye yan roleke sereke nagerîne. Gelo heger hizireke wisa rastîyek be; ev şêwaz tu hişmendîyekê li hemberî jinê dinimîne û ev yek heta ku rast û dirust e?

Ne tenê li paş perdeyan, jin bûye alaveke qilêr a di destê romannivîsên mêr ên vê serdemê de. Ew vî tiştî jî li ser navê wêjeya modern dikin qaşo! Heta niha di romanên (ne bi giştî lê bi piranî) ku li Bakur hatine çapkirin de, hem ji alîyê ziman ve zimanekî mêrane yê serdest e, hem jî ji alîyê hişmendîya xwe bi qasî desthilatarê xwe qilêr û hişk behsa jinê hatiye kirin an wekî leheng nehatiye bikaranîn. Heger xwîner bala xwe bide van romanên ku ji alîyê mêran ve hatine nivîsîn dê bibîne ku hemû karakterên jin ên bûne lehengên romanên wan, an ketine ser rêya xerab, an laşê xwe firotiye, an jî çûne ketine nava cîyên leşker û serfermandarên deweletê. Hema ev mînak tenê feraseta van romannivîsên mêr nîşan dide ku jina Kurd a bi qehremanîya xwe heye, jina Kurd a bi liberxwedana xwe heye, jina Kurd a bi sedan salan e bi ziman, çand, kilam û stranên xwe heye, di van romanan de mixabin tuneye. Loma jî ez dikarim bibêjim ku ev romanên bi hişmendîya desthiladarê qilêr hatine nivîsîn, nikarin bibin neynika civaka xwe, nikarin bandora xwe ya nivîskarî û rewşenbêrîyê li ser civaka xwe bikin.

– Te berê bi giranî helbest û ceribandin dinivîsîn, vê dawîyê te berê xwe daye nivîsîna romanê. Em dikarin bibêjin ku nivîskarîya berî romannivîsîyê wekî ya piştî wê ye? An ku Yildiza helbestkar heman Yildiza romannivîs e?

Helbest ji boyî min navê jîyanê bi xwe ye. Ne gengaz e ku ez û helbesê hev biterikînin. Carinan em ji hev dixeyidin, carinan em li hev tên. Min helbest ji dêya xwe nas kiriye. Dêya min helbest dinivîsîn. Lehenga min ew bû. Loma jî helbestên min ên ku bi qasî 20 salan e di defteran de ne, pir neketim tatêla ku ka wan çap bikim an na! Du pirtûkên min ên helbestê hene. “Goristana Stêrkan” ku min di 17 salîya xwe de dest pê kir û nivîsî, ku heta niha bi min xav be lê wekî şîrê dêya min li min helal e.  “Derî” piştî gelek salan min wekî helwestekê çap kir û heta hin helbestên tê de mêr nikarin bixwînin. Dema bixwînin divê bi zimanê jinekê bixwînin. Di helbestekê de şopên zarokatîyê, di yeke din de şopên jinekê û bajarekî hene. Lê roman, ji bo min serîhildanek bû. Nirxandinên xwîneran ên der barê zimanê romanê de dibêjin zêde wêjeyî ye. Weha difikirim ku helbestê şopa xwe di romanê de hiştiye.

– Di civakên baviksalar de, her dem kêşeyeke bi navê kêşeya mafên binpêkirî yên jinê heye. Tu vê kêşeyê di civaka Kurd de çawa dibînî?

Mixabin ev kêşe hîn berdewam e. Ji ber ku di civakên baviksalar de mafê jinê li gor pîvaneke ji alîyê mêran ve sînorkirî hatiye çêkirin. Heger mînakekê der barê vê yekê de bidim, çawa jin di mîratgirîyê de nikare mafê xwe ji malbata xwe bigire -ji ber ku di serî de mafê jinê di vir de hatiye binpêkirin, her weha di qada jîyanê de jî ji gelek tiştan bêpar hatiye hiştin. Lê perwerdehîya jinan, bidestxistina mafê aborî, rewşa sîyasî ya niha her diçe vê kêşeyê hêdî hêdî ji holê radike. Belkî em karîbin bibêjin ku li gor berî çil pêncî salî, îroj jin bêhtir hişyar bûne û ji bo azadîya xwe û mafê xwe di gelek qadan de tê dikoşin.

– Gelo tiştekî bi navê femînîzmê di civaka Kurdistanê de heye, an ku tevgereke birêkûpêk a daxwazkirin û parastina mafên jinê di civaka Kurdistanê de heye û heger hebe, rola wê erênî ye yan neyînî ye?

Bi ya min heye. Tevgera Azadîyê di parastina mafê jinê de tevgereke modern e û ne tenê ji bo civaka Kurd, her weha ji bo cîhanê jî tevgereke taybet û modeleke baş e. Heta niha, tevgerên sîyasî yên ku di civakên wekî me de derketine û pêngavên der barê jinê de hatine avêtin nikarîbû guhertinên berbiçav û berfireh pêk bînin û di wan qadan de jî mafên jinên hatine binpêkirin. Lê heger di artêşekê de jin û mêr di heman şert û mercan de karîbin şer bikin û ev şer ne şerekî ji rêzê be, hem hêza jinê derdixe holê û hem jî jin li mafên xwe xwedî derdikeve.

– Em ê mijarê bibin ser cîyê jinê di tevgerên azadîxwaz ên Kurdistanî de û vê pirsê bikin: Gelo civaka Kurdistanê bandor li rola jinê ya di tevgerên azadîxwaz ên Kurdistanê de kiriye yan tevgeran bandor li rola jinê ya di civakê de kiriye, yanî heger em angaşt bikin ku rola jinê piştî salên tevgera azadîxwazîya Kurdistanê geş bûye, li vir civakê bi xwe bandor li tevgerên Kurd kiriye yan tevgeran û hizirên wan ên sîyasî û îdeolojîk bandor li civakê kiriye?

Civak her çi qasî pesinê cîgirtina jinê di tevgerê de yan di şer de bide jî, ji ber giranîya dab û nêrîtan, hişmendîya derebeg û oldar di vî warî de ne xwedî rol e û ew qasî bandor nekiriye. Belkî roleke wê hebû, ew jî piştî ku jina Kurd li jêr bandora tevgera azadîyê maye, hay ji bindestîya xwe bûye û bi bandora tevgerê jî bêhtir berê xwe daye qubleya azadîyê.

Der barê vê pirsa bandora civakê de, belkî em ji bo Rojavayê Kurdistanê bi awayekî din behs bikin. Rewşek, helwestek û bandoreke bêmînak li wir pêk hatiye.

Bi tevgerên sîyasî rola jinê, mafê jinê û hebûna jinê bêhtir di civaka Kurdistanê de geş bûne. Loma jî ez dikarim bibêjim ku bandora vê rewşa sîyasî li ser jinê jî û li ser civakê jî heye. Heger jin û civak her pêş bikevin, dibe ku bandora wan jî li ser tevgeran hebe.

– Wekî pirseke dawî; tu siberoja jina Kurd a nivîskar û jina Kurd bi giştî çawa dibînî û dinirxînî?

Berî bîst salan, me li Bakurê Kurdistanê nikarîbû navê yek an du jinên nivîskar bibêjin an nivîseke wan bixwînin; lê îro êdî bi dehan jin dinivîsin, pirtûkan çap dikin, dibin rojnameger, şanoger, sînemager, hunermend û muzîkjen. Her weha li çîyê şer dikin, di qada sîyasî de jî gotina xwe dibêjin. Nexwe, em dikarin bibêjin ku ev sedsal û sedsala bê, sedsalên dengê jinê ne, ên hişyarbûna jinê ne û qada bipêşveçûna jinê ne. Di wêjeyê de jî şoreşa herî mezin wê jin pêk bîne.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *