Home / Hevpeyvîn / Hevpeyvîn Li Gel Nivîskar û Weşanger Lal Laleş

Hevpeyvîn Li Gel Nivîskar û Weşanger Lal Laleş

Lal Laleş • Di sala 1975an de, li Qosera Mêrdînê ji dayîk bû. Zankoya Dîcleyê, Fakulteya Perwerdehîyê,Beşê Dîrokê kuta kiriye. Di navbera salên 1993-2006an de, li şanoyên bi navên “Tiyatro Anadolu”, “İmgesel Düşler Tiyatrosu” û “Teatre Orient” wekî dramaturg, rejîsor û birêveberê hunerê yê giştî xebitîye. Niha li Weşanxaneya Lîsê wekî gerînendeyê giştî yê weşanê bi xebatên xwe berdewam e.

Daxistina dosyayê wekî PDF

Berhemên Wî

Berbejna Rê, Helbest, çapa yekem: Weşanên Belkîyê, 2003 / Çapa Duyem: Weşanên Lîsê, 2014

Deqên Qesas, Helbest, Weşanên Lîsê, 2009 / Çapa Duyem: Weşanên Lîsê, 2016

Matmayînên Ronyayê, Helbest, Weşanên Lîsê, 2011 / Çapa Duyem: Weşanên Lîsê, 2016

Wergerên Wî

Barûdî, Küçük İskender / Helbestên Bijartî, Pirtûkxaneya Piyayê, Nîsana 2003yan

Gul e Rojhilata Rûyê Te / Yüzünün Doğusu Gül, Ahmet Telli, Weşanên Lîsê, Nîsana 2005an

Bêbaran / Yağmursuz, A. Hicri Ýzgören (Li gel Yaqob Tilermenî), Helbest, Weşanên Lîsê, Kewçêra 2005an

Efsirî / Üşüyen, Sema Kaygusuz, Çîrok, Weşanên Lîsê, Gelawêja 2007an

Balgîfa Mar / Yılan Yastığı, Murathan Mungan, (Li gel Îrfan Amîda), Helbest, Weşanên Lîsê, Gulana 2007an

Pûşpera Gêlazan / Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin, (Li gel Kawa Nemir), Helbest, Weşanên Lîsê, Gulana 2007an

Mirin Di Xewê De Bû / Bêpar, Cuma Boynukara, (Li gel Rêzan Tovjîn & Fehîm Işık), Şano, Weşanên Lîsê, Reşemîya 2010an

Ayetên Li Can Nivîsandî, Yavuz Ekinci, roman, Doğan Kitap, Nîsana 2011an

  1. Di serî de em spasîya te ji bo derfeta hevpeyvînê dikin.

Spasxweş. Ser çavan.

  1. Di gelek şirovekirinan de ziman wekî sîsika nasnameyê tê destnîşankirin, tu têkilîya di navbera ziman û nasnameyê de çawa dinirxînî?

Ziman hêmana yekem a nasnameyê ye. Mirov xwe li ser bingeha ziman ava dike. Hoyên bûnewerîya takekesî û kolektîf di wê malzaroka peyvên dayîkê -şorên bav û kalan- de pêk tên. Heger ne wisa bûya dê dîroka hizirê gelekî qels bimaya ji ber ku mirov bi ziman dihizire û diafirîne. Têkilîya di navbera ziman û nasnameyê de têkilîya têkûzkirin û avakirinê ye, çunku ziman taybetmendî û cihêrengîya nasnameyê diafirîne û têkûz dike. Nasnameya bêziman nasnameyeke şikestî û sernegihayî ye, ji ber ku ziman her dem bûye mertalê nasnameyê û cihêrengîya wê ya ji nasnameyên din parastiye.

  1. Hin nivîskar û rewşenbîrên Kurd dibêjin ku rewşa sîyasî ya gelê Kurd û bêparkirina ji xwehînkirina bi zimanê bav û kalan gelek caran hiştiye ku ew berê xwe bidin nivîsîna bi zimanên bîyanî -nemaze zimanên li Kurdistanê serdest; tu -wekî nivîskarekî Kurd ê Kurdînivîs- nasnameya çandî ya nivîskarên Kurd ên nekurdînivîs dixe kîjan rêzê û mîrata wan a çandî li ser kîjan nasnameyê hesab dikî?

Nivîskarên bi esil û fesilê xwe Kurd lê ne bi zimanê Kurdî, bi zimanên cîhanê yên din dinivîsin, wekî mîrateya çandî li ser zimanê Kurdî û çanda Kurdî tên hesibandin lê wekî mîrateya zimanî, bikaranîna wan a zimên, rewanbêjî û ferexata wan a zimanî li ser zimanên ku pê dinivîsin tên hesibandin. Di koka xwe de zimanê wan zimanekî di navbera Xelîl û Celîl de mayî ye. Ji ber ku di zimanê wan de hin caran tehma wergera motemot a ji Kurdîyê di hevoksazîyê û şikandina zimanê ku pê dinivîsin de heye. Ev awayê nivîsîna nivîskarên bi zimanekî ji bilî zimanê Kurdî dinivîsin ji hêla kesên ku baş bi her du zimanan dizanin ve wekî kêmanîyekê tê dîtin lê ji hêla xwînerên wî zimanî ve wekî ceribandineke nû û formeke balkêş tê nirxandin. Wekî mînak, niha li Tirkîyeyê helbestkarên bi esilê xwe Kurd, di zimanê Tirkî de hêmayên balkêş û cihêreng ava dikin. Stratejîya wan a vegotin û zimansazkirinê bi baldarî tê şopandin. Bi vî awayî mirov dikare bibêje ku gelek nûserên Kurd bi azmûnên xwe zimanên hemwar dewlemend dikin. Ne tenê zimanên cîran, di heman katê de zimnên Ewropayî jî dewlemend dikin. Şeyhmus Dağtekin ê bi esilê xwe Kurdê Sêwregê ye, xelata herî mezin a Fransayê, Xelata Malarmeyê stand. Biserketina Şeyhmus Dağtekin jî biserketina gelek kesên din jî ji ber vê yekê ye.

  1. Li hêleke din nivîskarên pirzimanî yan nivîskarên gerdûnî hene; ewên ku -bi reza xwe û ji ber pirrengîya zanîna xwe- bi çend zimanan dinivîsin û gelek caran dibêjin ku wan rêbenda ziman derbas kiriye; tu vê yekê çawa dinirxînî?

Berî her tiştî, ji ber ku nûser dikare bi çend zimanan bixwîne û bi azmûna çend zimanên cihêreng dadikeve; divê em ji bîr nekin ku nivîsîna herî xurt xwendineke biserketî ye. Xwendevan jî dema dest diavêje pênûsê demildest der barê azmûna nivîsîna bi çend zimanan de haydar dibe. Bêguman di nava wê daristana mezin ya wêjeyê de, rê û rêçikên nû ku nivîskar û xwendevanên cihê jî jê sûdê wergirin hene. Nivîskarên bi çend zimanan dizanin, çep û rast lê dixin û di navbera çend zimanên ku dizanin de avjenîyê dikin. Derfetên vegotin û avakirina berhemên wêjeyî yên wan zimanan li hev dibanînin. Piranîya caran têkilîyeke di asteke bilind de, di asteke entelektuelî de di navbera wan zimanan de datînin. Sammuel Beckett yek ji wan e. Lê hin nivîskar bi zimanekî dest pê dikin lê bi zimanekî din azmûna xwe ya wêjeyî berdewam dikin. Wekî mînaka Milaan Kundera egerên vê yekê cuda ne. Di vê qonaxê de, egoya nivîskar, berbelavî û bandora zimanan a li cîhana xwendevanan dikeve dewrê.

  1. Min di pirsa duduyan de jî mijar bire ser nasnameya ziman an zimanê nasnameyê, lê li vir ez dixwazim bi rengekî rasterasttir bipirsim: Wekî mînak; tu nasnameya çandî ya Yaşar Kamal wekî nasnameyeke Kurdî bi nav dikî û dibînî?

Ez nasnameya Yaşar Kamal Tirkînûs û ya Selîm Berekat Erebînûs bi nav dikim. Lê wekî nijad û kultur wekî Kurd bi nav dikim. A rast nivîskarên wekî wan dugîyanî ne. Gîyanekî wan ji zimanê wan ê bav û kalan zaye û di deryaçeya wî zimanî de niqumîye; gîyanê din jî kirasê zimanê wergirtî/serdest li bejna xwe kiriye. Gava ew dinivîsin jî mirov bandor û şopa gîyanê yekem di gîyanê duyem de dibîne. Ji ber vê ye ku van nivîskaran -Yaşar Kamal û Selîm Berekat wekî nimûne- rêbazeke nû ya nivîsîna wêjeyî afirandiye ku ji têkilhevîya her du gîyanan -mîrateya çandî ya her du zimanan- derketiye holê.

  1. Ji bo gelên bindest û li ber bişaftinê, nivîsîna bi zimanê serdest tê çi wateyê?

Hin hêlên sîyasî û civaknasî yên vê meseleyê hene. Gelek caran em vê meseleya han bi hestên rojane dinirxînin û digihêjin encamên dilînî ne yên mentiqî. Lê divê neyê jibîrkirin ku kêşeyên rewşenbîrî û pirsgirêkên Kurdan ên bi desthilatdarîyên ku zilim û zor li wan kirine re, bi yên ku demeke dirêj çand, ziman û nasnameya wan mandel kirine re, ancax bi nirxandinên bi hevkarîya gelek zanîn û dîsîplînan bê kirin. Di heman katê de li gor hêz û şîyana Kurdan a dema ku tê de dijîn jî wateya wê diguhere. Di salên 60î de, di salên 80yî de, nivîsîna bi zimanê desthilatdaran dihat maneya ku Kurd li bin nîrê bişaftinê dinalin.  Bêguman ji hêla ziman ve bandoreke neyînî ya mezin li Kurdan kir. Lê di heman katê de sûdeke mezin dida xwederbirîna Kurdan û dibû navgîneke xwepêkanînê. Li Tirkîyeyê gelek Kurd bi saya pirtûka Bazil Nikitîn a bi navê “Kürtler” (Kurd) bi xwe hisîyan; bi Kurdbûna xwe hisîyan. Gelek kes bi xwendina berhemên Yaşar Kamal ew wêrekî di xwe de dît û got em Kurd in. Dema em bi çavên roja ku em tê de ne binirxînin, wê gavê cudahîya nivîskarekî bi esile xwe Kurd û bi zimanê Erebî dinivîse û nivîskarekî bi bi esilê xwe Ereb û bi zimanê Erebî dinivîse tuneye. Heger nivîskar biserketî be gerek e mirov bi kêfxweşî bixwîne, heger lawaz be çiyê mirov jê heye!

  1. Tu wekî weşangerekî Kurd pê nahisî ku wergerandina berhemên Kurdên Kurdînenivîs bo zimanê Kurdî tê wateya handana bişaftinê û kûrkirina birîna bindestîya zimanê Kurdî?

Helbet ev bê wate ye ku sirf ji ber ku kesek Kurd e mirov berhema wî wergerîne zimanê Kurdî. Em wekî weşanxane, ji bo wergerê, li Kurdbûna nivîskaran nanêrin. Heger nivîskar biserketî be, li berhemdarîya cîhanê di asteke bilind de tiştek zêde kiribe, em werdigerînin. Di nava weşanên Lîsê de zêdeyî heftê berhemên wergerê çap bûne. Ji nava van berheman heta niha me berhemên çend nivîskarên bi esilê xwe Kurd lê bi zimanên cihê nivîsandine wergerandine; wekî Yaşar Kamal û Selîm Berekat.  Ev her du nivîskar jî pêdivîya wan bi handanê tuneye. Wergerandina berhemeke ne di asteke bilind de di rojeva me de tuneye; bi çi zimanî be bila bibe.

  1. Li Kurdistanê, wergera ji zimanê Kurdî bo zimanên bîyanî/serdest (nemaze Erebî, Tirkî û Farisî) bûye egera kûrkirina birîna xwepiçûkdîtinê û gerandina tekerê xwebişaftinê, an ku berhemên wergerandî yên nivîskarên Kurd ên Kurdînivîs herî zêde ji hêla Kurdan ve bi zimanên bîyanî/serdest têne xwendin! Tu vê nêrînê heta kîjan radeyê rast dibînî û bandora wê ya li ser nasnameya Kurdî çawa dinirxînî?

Wergera berhemên Kurdî ya bo zimanên cîhanê gelekî girîng e.  Li gor bawerîya min divê zimanên cîran qedirê zimanê Kurdî bigirin û hewl bidin berhemên bi zimanê Kurdî wergerînin zimanên xwe. Ji ber ku zimanê Kurdî roleke sereke di avakirina zimanên wan de gerandiye. Lê mixabin ji ber ku Kurd ne xwedî erk in û dan û standineke li ser wekhevîyê ava nebûye, hîn jî bi awayekî ji awayan serdestîya sîyasî, aborî û kulturî berdewam dike. Mixabin wergera berhemên Kurdî ji bo zimanên cîran ên ku demeke dirêj bi tundî zordarî li Kurdîyê kiriye ji hêla wergerên Kurd ve tê kirin. Divê di gel her tiştî jî berhemên Kurdî wergerin zimanên cîran, qet nebe mirov ji bîr û bawerîyên Kurdewar haydar dibin. Kurdên ku bi zimanên serdestan dixwînin ji xwe ne xwînerên Kurdîyê ne; tenê Kurdên polîtîk in. Di bawerîya min de divê mirov serê xwe bi tiştên bingehîn biêşîne. Wekî perwerdeya bi zimanê dayîkê, avakirina pirtûkxaneyên gel,  belevkirina berhemên Kurdî, çêkirina rastnivîsekê, sazkirina ferhengeke neteweyî û her wekî din. De ka îcar ez ê pirsekê bikim: Kurdan kîjan ji van kiriye û xwendevan li wan venegerîyaye?

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *