Home / Hevpeyvîn / Hevpeyvîn Li Gel Nivîskar û Rojnameger Hisên Cimo

Hevpeyvîn Li Gel Nivîskar û Rojnameger Hisên Cimo

Hevpeyvîner: Evdo Şêxo

Partîperestîya Kurdan rewşeke sîyasî ye, ne civakî ye.

Hisên Cimo* Nivîskar û rojnamegerekî Kurd e. Di sala 1983yan de li Helebê ji dayîk bûye. Beşê Ragihandinê yê Zanîngeha Şamê kuta kiriye. Di rojname û malperên Erebî û Kurdî de dinivîse û giranîya nivîs û lêkolînên xwe dide rewşa Kurdistan û Trikîyeyê. Hisên Cimo her weha der barê tevgerên cîhadî yên îslamîst ên Sûrîyeyê de dinivîse. Niha li bajarê Dubayê yê Mîrîtîyên Erebî yên Yekbûyî dijî û wekî sernivîskarekî beşê sîyasî yê Rojnameya Elbeyanê dixebite.

Daxistina dosyayê wekî PDF

– Nivîskar Hisên Cimo, di serî de em ji bo boyî vê derfetê spasîya te dikin.

Spasxweş.

– Wekî têbînîyeke giştî, duberekîya sîyasî li hemû civakan peyda dibe, lêbelê duberekîya sîyasî ya civakên bindest/civakên gelên bindest belîtir û berbiçavtir e û hin caran digihêje asta şerên navxweyî yên dijwar û tirsnak. Gelo taybetmendîyên duberekîya sîyasî ya civakên bindest û cudahîya di navbera wê û duberekîya sîyasî ya civakên rûniştî û xwedîdewlet de çi ne?

Ev pirseke giştî ye, lê mirov dikare bi awayekî zindî bîne ser rewşa Kurdan, bi taybetî Kurdên Rojavayê Kurdistanê. Duberekîya sîyasî di nav nimînendeyên gel de rewşeke normal e. Bi xwe jî armanca sîstema demokratîk li her derê ew e ku nehêle nakokî di navbera partîyan de bigihêje radeya teqîn û xwînrijandinê.

Îro li Rojavayê Kurdistanê duberekîyeke mezin di navbera TEV-DEM û ENKSyê de heye. Ez dikarim bibêjim ku taybetmendîya sereke ya vê duberekîyê ew e ku sîstemeke rêxistinî-qanûnî tuneye da ku wê bi rê ve bibe. Duberekîyên sîyasî li cem civakên xwedîdewlet di rêyên rêxistinî re û bi rengekî fermî têne birêvebirin. Di Rojavayê Kurdistanê de tiştekî “fermî- giştî” tuneye ku alîyên sîyasî tev qebûl bikin di bin sîya wê de bin.

– Helbet pêwîstîya çanda fikircudatîyê/hizircudatîyê bi atmosfereke azad û pergaleke sîyasî ya demokratîk heye, lê gelo fikircudatîya di nava civakeke destnîşankirî de rê dide binpêkirin û paşguhkirina prensîp û berjewendîyên rewa yên mirovane, niştimanî û neteweyî yên wê civakê yan wî gelî? An ku meriv çawa dikare tayê zirav ê di navbera azadîya derbirîn û fikircudatîyê ji hêlekê ve û parastina prensîp û berjewendîyên rewa yên gel û civakê ji hêleke din ve de bibîne û dîyar bike?

Helbet dawîya dawî, a gerek ew e ku azadîya derbirînê bibe egera xurtkirina bijarên giştî û gelemper ên civakê. Belam gava ew ji vê çarçoveyê derkeve, ew ê di çarçoveya azadîya derbirînê ya neyînî de asê bimîne. Nîşaneke sereke ya vê şirovekirinê heye: Azadîya derbirînê dibe azadîyeke neyînî dema ku dihêle civak li jêr hikimê dagirkerî û bindestîyê bimîne û dema ku xwedîyê wê derbirînê dirûşmên qanûn û mafnasîyê ji bo astengkirina rizgarîya giştî ya Kurdan bi kar bîne. Bi gotineke din, azadîya derbirînê dikeve kirasê neyînîbûnê gava ku xwedîyê derbirînê azadîyê bi jiholêrakirina desthilatîya Kurdî ve girê dide û derî li pêş vegera dagirkerîya dijmin a rasterast vedike.

Li vir, divê nêrîna min bi rengekî şaş neyê fêmkirin û neyê fêmkirin ku ez maf didim “Birêveberîya Xweser a Demokratîk” ku girtîgehan bi sîyasetmedarên dijber dagire heger armanca wan sîyasetmedaran ne rêvekirina li pêş dijmin be. Pêwîstîya yekemîn ew e ku “Birêveberîya Xweser a Demokratîk” gel biparêze û di bin navê “berjewendîyên gel” de kêmasîyên xwe neke “perensîp”.

Lê gelo ew kesê ku derî ji dijmin re vedike, em çi navî lê bikin? Ji boyî min, yek ji dîmenên sereke yên wesifdana wan kesan ew e ku ew dixwazin Birêveberîya Xweser têk bibin. Ev birêveberî bidestketîyeke Kurdî ya dîrokî ye ku em dikarin li ser wê ava bikin û gel rizgar bikin. Bi vî rengî, her hewldaneke têkbirina vê bidestketîyê dibe hewldaneke radestkirina Rojavayê Kurdistanê ji boyî dijmin.

– Di civaka Kurdî de, çandeke kor a partîperestî û afirandina taboyên sîyasî/civakî heye, ku ev çand zîyaneke gelekî giran digihîne civaka Kurdî û wê heta radeyeke mezin derbasî nakokî û jihevxistinan dike. Gelo sedemên sereke yên vê nexweşîyê çi ne û Kurd çawa dikarin hev bi dilfirehî bipejirînin? 

Partîperestîya Kurdan rewşeke sîyasî ye, ne civakî ye. Dema ku em wê wekî rewşeke civakî bi nav bikin, dê wateyeke din bide. Çi qas nakokîyên giran di navbera partîyan de derdikevin holê, lê tu dibînî ku civak parçe nabe. Mebesta min ew e ku îro mirov nikare bibêje ku xelkê Efrînê Apoçî ne û xelkê Qamişloyê Barzanî ne. Duberekî heta niha rengekî civakî wernegirtiye û ev tiştekî baş e ku civaka Kurdî sîyasî ye. Malbatên Kurd sîyasî ne. Wekî nimûne, di malbateke Kobanîyê de, tu dikarî yekî PYDyî bibînî û yekî PDK-Syî jî bibînî.

Hin alîyên sîyasî dixwazin ku duberekîya sîyasî bibe duberekîyeke “herêmî”, ez dibînim ku mirov dikare li ser vê rastîyê rêkeftineke Kurdî çêke. Rojavayê Kurdistanê ne wekî Başûrê Kurdistanê ye. Li Başûrê Kurdistanê şerê navxweyî du herêm derxistin holê. Li Rojavayê parçebûneke “civakî-sîyasî” ya bi vî rengî çênabe, lê dibe ku tiştekî xerabtir derkeve: Dibe ku civak xwe bixwe; dibe ku civak serê xwe bixe.

– Di civakên nakok û dabeşîyayî yên mîna civaka Kurdî de, pêdivîya bi rola rewşenbîran a di warê avakirin û zeximkirina dîwarê lihevkirin û hevbexşandina civakî de xurttir û pêdivîtir dibe, lêbelê rastîya heyî bi eşkeretî dibêje ku rewşenbîrîya Kurdî agirê duberekîya sîyasî û civakî gurtir dike û rewşenbîrên Kurd “agir berdidin kayê û paşê xwe didin ber bayê”. Gelo tu vê nêrînê heta kîjan astê rast dibînî û tu rola rewşenbîrîya Kurdî ya di tevdan û geşkirin an vemirandina agirê nakokîyên sîyasî/civakî de çawa dinirxînî?

Ne tenê qencî ji rewşenbîran tên, dibe ku rewşenbîr roleke xerab jî bilîzin, çi di civakê de û çi jî di tevgera sîyasî de. Hin rewşenbîr hene ku berjewendîyên xwe di bin navê gel de vedişêrin. Rewşenbîrin hene ku amade ne bi şevbihêrkeke helbestbêjîyê malbata xwe bifiroşin. Divê ew rewşenbîrê ku berjewendîyên xwe li ser xwîna gel dimeşîne, were navnokirin û rastîya wî were kifşkirin. Bi rastî min gelek nêrînên xwe yên der barê rola rewşenbîran di civak û sîyasetê de guhertin. Heger ez bibînim ku helbestnivîsek an romannivîsek dixwaze xwe ji gel re bike rêber, ez ê ne pê re bim. Ne ji ber ku rêberîya rewşenbîran nayê pejirandin, lêbelê ji ber ku ew tim xwe dûrî karê rêxistinî dike. Niha dijmin gelek rewşenbîrên Kurd mezin dike, ji ber ku ev rewşenbîr li dijî PYDyê dixebitin. Dijmin xweş dizane ku ew ne tiştek in û tu carî nabin “rêber”, ji ber wilo dema ev rewşenbîr bi qîrîn bang dikin “bijî Kurdistan!” û alaya Kurdistanê li serê xwe digerînin, dijmin aciz nabe.Van rewşenbîran rola xwe di sîstema dijmin de girtiye. Tevî ku hinek ji van rewşenbîran bi şev û roj xwe li ser navê “Ehmedê Xanî” digerînin; dijmin wan baş nas dike û xweş dizane ku ew “Bekoyê Ewan” in.

– Di rewşa tevgerên rizgarîyê yên gelên bindest de, duberekîya sîyasî -a ku civakê ber bi xwedabeşkirinê ve dibe- heta kîjan astê dibe egera qelskirin û têkçûna tevgera rizgarîyê û ev yek çawa di doza gelê Kurd de belî dibe?

Bêyî ku lêvegereke Kurdistanî hebe û bêyî ku ew lêveger xalên sereke yên tevgera her parçeyekî Kurdistanê deyne, dê xwedabeşkirin her û her bidestketî û biserketinên Kurdan li her çar parçeyan bixe jêr metirsîya têkbirinê. Tiştê herî xerab ew e ku serbixwebûna Başûrê Kurdistanê -wekî mînak- bi têkbirina têkoşîna gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê ji hêla dijmin ve were girêdan; an berevajî vê yekê -dîsa wekî mînak- were kirin. Kuştin û binaxkirina doza gelê Kurd di rêya alîkarîxwazîya dijmin de pêk tê; dema ku tu destê xwe dirêjî dijmin bike, tu doza gelê Kurd dikuje.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *