Home / Di Ragihandinê De / Bernameya Fenerê ya Welat FMê li gel mamosta Hekîm Ehmed.. Xeleka bernameyê der barê Kovara Sormeyê, çalakî û xebatên wê de ye.

Bernameya Fenerê ya Welat FMê li gel mamosta Hekîm Ehmed.. Xeleka bernameyê der barê Kovara Sormeyê, çalakî û xebatên wê de ye.

Ebas Mûsa: Em Naxwazin Nivîsên Di Sormeyê De, Weke Yên Li Ser Medyaya Civakî Bin

Kovara Sormey a dumehane ku li Rojavayê Kurdistanê derdikeve, dixwaze mijarên civakî, çandî û ramyarî bi asteke bilind bigihîne xwênerên xwe. Nivîskar Ebas Mûsa ji sernivîseriya Sormey, bû mêvanê bernameya Fener li Wela FM û li ser gelek mijarên girêdayî vê kovarê ji me re axivî.

Sormey dixwaze bigihe rewşenbîr û kesên ku guhdanê bi rewşa civaka sivîl dikin, ji aliyê xwe ve desteya kovarê berê xwe dide nivîskaran û rewşenbîran, navendên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û dixwaze guhertinekê bi rêya bilinkirina asta ramanê pêk bîne. Li destpêkê mêvanê me kovar bêhtir ji guhdarên Welat FM re da nasîn û got ku kovara Sormey ji aliyê hin nivîskar û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ve, ji 2006 ta 2008an derket, wê demê Sormey çandî, wêjeyî, bi zimanê Erebî bû û ji ber hin sedemên ewlekarî û madî sekinî. Herwiha li ser destpêka duyem a Sormeyê, Ebas Mûsa got: Dawiya 2015an, me xwest em vê kovarê careke din vejînin û me jimar ji cihê ku lê sekinî bû me berdewam kir, me bi jimara heftê destpê kir.Sormey niha bi herdu zimanên Erebî û Kurdî ye, taybetiya her beşekî heye, em bêhtir guh didin mijarên çandî û hizrî. Di warê nivîsên ku têne weşandin, sernivîserê Sormeyê da xuyakirin ku wan gelek zehmetî di warê kêmbûna berheman û alîkariya nivîskaran de dîtin, nemaze di dosyaya her hejmarekê ku ew dosya bûn

ezmûnek ji sernivîserên kovara Sormeyê re. Ebas gazin ji nivîskaran kir û got: Em gihane hejmara 15ê û hîna berhem kêm tên an jî carina nivîsin qels digihin destê me.. Tevî em bêhtir guh didin nivîskarên herêma xwe, lê em nahêlin ev li ser hesabê asta nivîsê be, em hewl didin ku em û nivîskarên xwe bi pêş ve herin. Ji aliyê girêdana dosyayê bi civak û jîweriyê ve, Ebas Mûsa zelal kir ku di mijarine hestyar weke derbasbûna zimanê Kurdî li dibistanan û rikberiya siyasî, eger mînak rasterast ji civakê bin, dê gelek tevlihevî derkevin û dê mijar dûrî armanca kovarê here, armanca ku çandeke astbilind pêşkêş bike, dê nivîs bûbana weke tiştên li ser medyaya civakî. Ebas bi kurtî şirove kir: Mijarên Sormey nêzîkî civakê ne, lê cudabûn di navbera danûstandina mijarê di civakê û nivîsandinê de heye. Endamê desteya Sormeyê got ku wan berya çend rojan, malpera xwe jî ragihand û di wê malperê de, şert û mercên weşandinê ragihandin ku nivîs ti aliyên civakê ne’êşîne û di asta xwe de, ne zêde qels be. Ji aliyê kelemên ku dikevin pêşiya kovarê, Ebas diyar kir ku piraniya zehmetiyan di çapkirin û belavkirinê de ne û xwêner vexwendî nivîsgeha kovarê ya li bajarê Qamişlo kirin ku ew dikarin li wir hejmara xwe ya Sormeyê bibin, herwiha pirtûkxaneyeke wan jî heye ku serdançiyên nivîsgehê dikarin sûdeyê jê werbigirin Li ser taybetmendiya Sormeyê ku di gelek mijaran de xwe dispêrê wergerandinê, Ebas Mûsa got: Ji ber ku tevgera me ya çandî di cihine weke warê lêkolînan de hîna qels e, wergerandin dihêle mijara ku tu dixwazî û bi asta ku tu dixwazî bidest bikeve..Ji aliyekî din ve, di beşê Kurdî de jî, valahî di gelek mijaran de heye û werger wan valahiyan dadigire.. Wergêrên me jî ji ba me ne, yên herêma me ne, pêşketina wan jî sûdeyeke din e.. Li dawiyê, derbarê nepejirandina wergerandina ji zimanê Erebî bo Kurdî, Ebas Mûsa got ku ev girêdayî taybetiya xwênerên li Rojavayê Kurdistanê ye ku eger heman heyber bi herdu zimanên Erebî û Kurdî peyda bibe, ew dê berê xwe bidin ya Erebî, lê yek ji armancên Sormeyê geşkirina xwendina bi zimanê Kurdî ye.

radio welat

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *