Home / Der barê me de

Der barê me de

Sormey/Meya Sor

 

Kovara Sormeyê pêla duduyan a weşana xwe di Tîrmeha 2015an de da destpêkirin. Sormey kovareke hizirî û çandî ye ku guh dide kêşeyên heyî û berdest. Kovara Sormeyê arêşeyên kêşedar di rêya ragihandina dosyayên têkildar û vekirina derîyê nivîsînê re gengeşe dike û giranîyê dide afirandina atmosfereke taybet ji bo nivîskarên xwecihî.

Sormey kovareke duzimanê (Kurdî û Erebî) ye. Ji bo rêzgirtin û parastina serbixwebûna her zimanî, beşê her zimanî serbixwe ye û ne wergera beşê din e lêbelê dosyaya her hejmarekê her du zimanan li xwe digire.

Bijartina du zimanan (Kurdî û Erebî) ji bo weşanê mîna azmûnekê ye, nemaze ew xweveguhastina di navbera Kurdî û Erebîyê de, da ku her du -bi heman koalîteyê- bibin hilgir û amyarên hizir û çandê, nexasim ku mijarên her beşekî Sormeyê mijarine taybet in û li gel xwînerên Kurdî û Erebîyê bi hev re diguncin.

Lê Çima Sormey?

Ji ber ku wateya vî navê reh û rîşalên xwe berdide xaka nûjenî û kelepûrê di heman demê de, çunku ew ji alîyekî ve xwe digihîne mîrata helbestnivîsên sofîger ên ku peyva wan nêrîneke din der barê cîhanê de gihand me; her weha ew ji alîyekî din ve dîmena nûjenîyê di rêya ziman û hizirên xwe re digihîne me, êdî li vir cihêrengî ji kirasê dijberîyê derdikeve û dibe Nirxek.

Xêzkirina kevala hizir û çandê ne ew çend hêsan e, ji ber vê egerê em di rewşên herî xerab de jî bawerîya xwe ya bi tevgera hizir û çandê winda nakin û teqezdartir dikin, çunku ew -hizir û çand- rêya xwe her û her wekî aveke herikî vedikin. Li vi jî em wisa hizir dikin ku ne em tenê vê rêyê vedikin û xweş dikin, îcar ev hizir me ber bi azadîya hizirî û çandî ve dibe û wan ji nav kavilên xewa mirinê rizgar dike, ku ji ber gelek sedemên celebceleb, nemaze li vê erdnîgarîyê, hizir û çand bi dehan salan li jêr barê paşguhkirin û zordestîyê piştxûz bûn.

Di nava himûguma qeyranên çandê de, Sormey hewl dide ku ne tenê kovarek be lêbelê navgîna çandê be û rewşa xwendinê di rêya çalakîyên cihêreng re biguhere û berz bike da ku bibe hemkûfa serbestî û xwerizgarkirinê; Sormey her weha hewl dide ku nivîsînê jî di rêya handan, berzkirin û rêzgirtina peyvê re bi pêş ve bibe û wê mîna reftara mirovane ya herî bala bide nasîn.

Wekî din, ji ber ku Sormey şaxekî Sazîya Çarçirayê ya Çandê ye, ew -li gel şaxên din ên sazîyê- kar dike ku bibe hêlîna projeyke çandî ya nûjenxwaz; çunku pêdivîya çandê bi hişyarî û bipêşveçûnê heye; pêdivîya wê bi gîyanê destpêşxerîyê heye.