Home / Lêkolîn û gotarên wergerandî / Bandora Cihêrengîya Çandî Li Ser Performansa Niştimanî

Bandora Cihêrengîya Çandî Li Ser Performansa Niştimanî

 Nikolaos Hlepas

Ji zimanê Îngilîzî: Bihar Mirad

 

Puxte

Ev lêkolîn giranîyê dide bandora ku cihêrengîya çandî û duberekîya etnîkî li ser şêwe û awayên performansa niştimanî yên cuda digerînin. Li jêr mercên Ewropanazasyon û cîhangerîyê tê pêşbînîkirin ku cihêrengîya etnîkî û çandî li welatên Yekîtîya Ewropayê  û welatên derûdora Ewropayê (ENPI) zêdetir bibe. Gelek caran teorî dibêjin ku bandora cihêrengîyê bi awayekî neyînî li ser hevgirtina civakî, awa û koalîteya hikimdarî û hikûmetê, performansa hikûmetê ya aborî û bipêşvebirina mirovan heye. Bi gotineke din, ew dibêjin ku cihêrengî bandorke bed li performansa niştimanî dike. Armanca vê lêkolînê ew e ku em rastîya pêşbînîya ku dibêje bandora cihêrengîyê li welatên Yekîtîya Ewropayê û welatên derûdora wê jî (ENPI) neyînî ye binasin. Ji ber vê yekê, cihêrengî hatiye dîyarkirin û pîvan di çend welatan de hatine berhevkirin, paşê bi performansa hikûmetê ya li ser asta niştimanî, hevrikîya li ser asta cîhanî û bipêşvebirina mirovan hatine rûlirûkirin û her weha ketine ber bawerîya giştî ya li her welatekî ji welatên Yekîtîya Ewropayê û welatên derûdora Yekîtîya Ewropayê jî (ENPI). Paşê ew cihêrengî di navbera welatên Yekîtîya Ewropayê û welatîn derûdora wê de (ENPI) ketiye ber lêkolînê; ka gelo pejirandina cihêrengîyê li hin ji wan welatan xurttir e. Ji bilî van xalan, taybetmendîyên çandî û rêxistinî yên welatên Yekîtîya Ewropayê -ew welatên ku bêhtir li ser cihêrengîyê vekirî bûn û gihabûn asteke baş di warê performansa niştimanî de- hatine hilbijartin û rêzkirin da ku em seh bikin bê ka heta çi astê ew welat welatine rêxistinî ne. Armanca dawî ya vê lêkolînê ew e ku em xwe bispêrin dersên sûdjêwergirtî yên li ser sîyaset û enstîtuyên ku sazkirina cihêrengîyê wekî hêmaneke çalak a Ewropanazasyonê berz dikin.

 Daxistina dosyayê wekî PDF

Peyvên Sereke

Pejirandina cihêrengîyê, rejîmên hemwelatîbûnê, çand, cihêrengîya etnîkî, duberekîya etnîkî, bawerîya giştî, bipêşvebirina mirovan, newekhevî, performansa rêxistinî, kêmar, çanda sîyasî, nixên hişî/mentiqî, nirxên xwederbirînê (self-expression), nêrîta dewletê, nimûneyên dewleteke xweşhal.

Pêşgotin

Ji destpêkê, dewletên niştimanî li Ewropayê hewl didin ku civakên xwe hevrêk bikin. Hevrêkirin ji hêla etnîk, ziman, ol û nirxên sereke ve bi gelek awayên cihêreng hatiye berzkirin. Li piranîya dewletên Ewropayê, pergala perwerdehîyê ya niştimanî hatibû afirandin û pêşxistin û bi bêqamî wekî amûra hevrêkirina çandî ya sereke hatibû bikaranîn. Di hundirê sînorên welatekî de, di demeke dirêj de, cihêrengîya çandî wekî astengîya sereke ya di berberîya dijwar a di navbera dewletên niştimanî de hatiye dîtin. Heta di serdema cîhangerîyê de, cihêrengîya etnîkî û nemaze cihêrengîya etnî-zimanî (Mauro1995) wekî faktora performansa aborî ya qels (Easterly û Levine, 1997) û nearamîya civakî hatiye nîşankirin (Nettle et al.2007).

Ji alîyekî din ve, delîl heye ku ew bandorên neyînî yên ku dibe duberekîya etnî-zimanî li ser performansa aborî bigerînin, di rêya enstîtuyên xurt û bihêz re bêne hevsengkirin. Li gor nêrîna enstîtusyonalîzma nû (Lijphart 1999,March and Olsen1989, North1990), bandora rêxistina jîyana sîyasî li ser koalîte û xwemakîya sîyasetê heye. Rola sazîyan di sazkirina vegotina sîyasî de heye. Ji bilî van xalan, sazî derfet û handeran didin kesên bijarte da ku welatîyan çalak bikin. Di pergala demokratîk de, em dikarin rêxistina jîyana civakî û ya aborî di rêya sazîyên pêbawer re deman bikin.

Performansa rêxistinî ne tenê girêdayî dîzaynên rêxistinî ye, lêbelê ew -wekî çanda sîyasî ya damezirandî- girêdayî faktorên sincî/reftarî ye jî. Dewletên Ewropayî yên ku didin ser şopa nêrîtên dewletê yên cihêwaz, rejîmên hemwelatîbûnê û modelên dewletên xweşhal; ev dewlet hevsengîyê ne tenê li ser asta rêxistinî dixin navbera hevrêkî û cihêrengîyê lêbelê li ser asta çandî jî. Ji destpêkê, projeya yekkirina Ewropayê li ser bingeha pejirandina cihêrengî û rengerengîyê hatiye avakirin. Yekîtîya Ewropayê sîyaset û reftarên fikirpakî û xweragirtinê/aramîyê bi awayekî taybet di rêya amûrên aborî û pîvandar re han dide, lêbelê derfetê dide kevineşopî û hilbijartinên rêxistinî yên niştimanî jî.

Civakên fikirpak hevbeşî pluralîzma olî û çandî dibin, ji ber ku ew her û her ji guhertin û pêşxistinê re amade ne û xwe li hemberî vê rastîya jêneger kor nakin.

Di vê lêkolînê de, ji bilî xala pêşîn a behskirî, çar xalên din dê bêne şirovekirin: Xala yekem dê cihêrengîyê dîyar bike û bipîve. Xala duyem dê teorîya ku bi awayekî berfireh hatiye belavkirin azmûn bike; ew teorîya dibêje ku bandoreke neyînî ya cihêrengîya çandî li ser performansa welat a rêxistinî û aborî, bipêşvebirina mirovan, hevgirtina civakî, newekhevî û bawerîya civakî heye. Xala sêyem a lêkolînê dê hewl bike ku bide ser şopa pejirandina cihêrengîyê di civakên rengereng de û xala çarem dê xwe li rêxistinbûyînê bigire.

 

Dîyarkirin û Pîvana Cihêrengîyê

Ji hêla sosyolojîk ve, çand nimûneyeke giştî ya bawerî, nirx û reftarên di nav komeke xelkê de ye. Çand endamên komekê bi bawerî û nirxan dabîn dike.

Li gor çend lêkolînan, rêjeya cihêrengîya çandî di nava welatekî de dikare bandoreke cihêwaz  li ser  pêkan û gengazîyên pêşxistin û bipêşveçûnê bigerîne. Wekî mînak, sedema qelsîya performansa aborî ya li bîyabana Afrîkaya Başûr girîdayî rêjeya cihêrengîya etnî-zimanî ya bilind e (Easterly û livine, 1997). Gelek caran bikaranîna duberekîyê li şûna cihêrengîyê nîşan dide ku bandora wê ya neyînî li ser yekîtîya civakî heye. Li gor hin pisporan, duberekîya etnî-zimanî, dewletê ber bi biryarên sîyasî yên qels ve dibe. Dibe ku cihêrengîya etnîkî bibe faktoreke xwedî bandoreke neyînî li ser koalîteya hikûmetê.

Ji bilî wilo jî, duberekîya etnîkî bawerîya di navbera mirovan de kêm dike.

Çandên cihêreng rêyê li ber yekkirina aborî digirin û cihêrengîya civakî jî dibe sedema zêdebûna berberîyê di navbera awayên jîyanê yên cihê de (Forbes, 1997).

Lê niha mirov çawa dikare tam pileya cihêrengîya civakî di welatekî de bipîve û bandora wê ya li ser werarî û geşepêdana aborî binirxîne û taqî bike? Mauro (1995) têgiha cihêrenîya etnîkî pêşkêş dike û bi awayekî hêçanî bandora wê ya li ser werarî û geşepêdana aborî dinirxîne û taqî dike. Ew di vê prosesê de nimînokên (index) cihêrengîyê û yên duberekîya etnî-zimanî bi kar tîne. Mauro digihe encamekê ku duberekîya etnî-zimanî dewletê ber bi bêaramîya sîyasî ve dibe û rêyê li ber pêşketina aborî jî digire.

 

Bandora Cihêrengîyê li Ser Performana Niştimanî û Hevgirtina Civakî

Ew dê tiştekî gelekî baş be heger em teorîya ku dibêje bandora cihêrengîya çandî li ser performansa aborî û rêxistinî, bipêşvebirina mirovan û bawerîya navkesî ya gelemperî  heye teqez bikin. Dema em rêjeyên cihêrengîya civakî bidin ber rêjeya koalîteya hikûmetê, performansa aborî, bipêşvebirina mirovan û bawerîya giştî di her welatekî ji wan welatan de, em dikarin vê teorîyê teqez bikin.

Bawerîya giştî

Bipêşvebirina mirovan

Nimînokên şîyana hevrikîyê

Koalîteya hikûmetê Duberekîya etnîkî Dever/welat
45.27 0.903 5.74 1.39 0.575 Swîs
30.61 0.868 5.20 0.97 0.567 Belçîka
19.86 0.864 5.14 0.90 0.272 Fransa
35.79 0.863 5.39 1.3 0.324 Îngilîzistan
30.47 0.908 4.77 0.11 0.171 Îrlanda
16.46 0.861 3.92 – 0.08 0.059 Yûnanistan
27.85 0.809 4.40 0.53 0.04 Portugal
20.71 0.874 4.43 0.05 0.04 Îtalya
13.10 0.805 4.24 0.22 0.585 Lîtwanya
12.58 0.449 3.89 – 1.00 0.51 Moldova
21.8 0.771 4.16  – 0.31 0.299 Bûlgaristan
14.89 0.884 4.30 0.49 0.321 Slovenya
13.32 0.816 4.36 0.31 0.186 Xirvatistan
6.74 0.739 3.95 – 1.24 0.78 Libnan
58.51 0.582 4.16 – 0.91 0.479 Mexrib
14.79 0.698 4.47 – 0.74 0.039 Tûnis

Li gor pîvana jorîn tê xuyakirin ku mirov dikare encamên pîvana li welatên cuda bide ber hev da ku teorîya ku dibêje bandora cihêrengîya civakî ya neyînî li ser pêşxistin, hikûmet û kapîtalîzma civakî heye teqez bike û seh bike bê ka bandora cihêrengîya civakî li ser performansa welatekî di warî aborî û rêxistinî de girêdayî çend faktoran e?

Li gor pîvanê, li Ewropaya Rojavayî, rêjeya herî bilind a cihêrengîyê li Swîsê ye, lê her weha li Swîsê rêjeya performansa hikûmetê, bipêşvebirina mirovan û bi taybetî bawerîya giştî jî gelekî bilind e. Berevajî vê, Yûnanistan û Îtalya -ên ku wekî welatên herî hevrêk/homojen ên Ewropaya Rojavayî têne dîtin- encamên herî nizm li ser asta hemû kategorîyan tomar kirine. Li Ewropaya Rojhilatî, Lîtwanya welatê çarem ê herî nehomojen e li deverê. Dema ku welatine homojentir ên wekî Xirvatistanê encamine nizm tomar kirin; Lîtwanyayê rêjeyên herî bilind li ser asta hemû kategorîyên mirovan tomar kirin. Li Rojhilata Navîn, Tirkîye welatê herî homojen e, lêbelê bipêşvebirina mirovan gelekî nizm e. Dawî, li Afrîkaya Bakur, Tûnis welatê ku di warê etnîkî de homojentir e, encamên wê der barê performensa rêxistinî û aborî de çêtir in. Heger em wan nimînokên wê pîvana berî niha di warê bawerîya giştî de bi kar bînin, dê tiştekî gelekî bikêrhatî bi dest bikeve. Li Ewropaya Rojavayî ya kevin, rêjeya herî nizm li Yûnanistan, Fransa û Îtalyayê ye û rêjeya bawerîyê li dewletên Skandînavyayê gelekî bilind e. Li Ewropaya Rojhilatî, bawerîya civakî ji bawerîya civakî ya li Ewropaya Rojavayî kêmtir e. Xaleke din heye ku hêja ye em li ber bisekinin û ew xal bi taybetî girêdayî her pazdeh dewletên Yekîtîya Ewropayê ya kevin e. Ew xal newekhevîya di nava neh salan de di van her 15 welatên Yekîtîya Ewropayê de ye, çunku bawerî ew e ku bandora cihêrengîya civakî û duberekîya etnîkî ya neyînî li ser hevgirtina civakî heye û pişta newekhevîyê jî digire. Divê em nas bikin bê ka encamên newekhevîyê li wan welatên homojen kêmtir e yan na? Di nav her 15 welatên endamên Yekîtîya Ewropayê de, dîyar e ku newekhevî di welatên Ewropaya başûr de xurttir e, ew welatên herî homojen ên Yekîtîya Ewropayê ne. Em dikarin newekhevîyê bi awayekî bilindtir li Îngilîzistan û Îrlandayê bibînin, ev wateyê dide ku rêjeyên newekhevîyê di pîvanê de girêdayî rewşa aborî û hin faktorên din e lê bêguman ew nagihe pileya bandora ku cihêrengîya civakî di wan welatan de digerîne. Ji ber vê yekê teorîya ku dibêje duberekîya etnîkî bandoreke neyînî li ser hevgirtina civakî dike, teorîyeke neteqezbar e.

Bi giştî, heger em bibêjin ku têkilîya di navbera duberekîya etnîkî yan cihêrengîya civakî ji alîyekî ve û kêmasîya di performansa aborî û rêxistinî û bipêşvebirina mirovan ji alîyekî din ve de tiştekî gumanbar e; em ê bibînin ku berevajî vê, çend welatên Yekîtîya Ewropayî didin xuyakirin ku çi qasî asta cihêrengîya civakî bilind e, an ku ev yek girêdayî rêjeyên performansa aborî û rêxistinî û bipêşvebirina mirovan e.

Cihêrengî Heta Kîjan Astê Tê Pejirandin?

Divê lêgerînek der barê pejirandina cihêrengî û pirrengîyê di civakên welatên cihêreng de were meşandin. Ka pirrengî heta kîjan astê tê pejitandin? Ew lêgerîn dê şirove bike ka gelo cihêrengî û pirrengî bandoreke neyînî yan erênî yan jî tu bandorên girîng li ser performansa niştimanî nagerînin! Ji bilî wilo jî, divê em nas bikin ka gelo dema performansa welatekî -ku wekî etnîk bi duberekî hatiye rêzkirin- girêdayî dilfirehî, pejirandin û  têvelbûna di cihêrengîyê de ye? Ji ber vê yekê, hin dane girêdayî çar pîvanên cihêreng in; ew daneyên ku pejirandina cihêrengî û pirrengîyê nîşan didin, hatine pêşkêşkirin û nirxandin. Pîvan ev in:

– Desthilatîya qanûnê: Ji bo kêmaran, pêwîstîyeke taybet a vê daneyê heye. Nimînokên desthilatîya qanûnê nîşan didin bê heta kîjan astê mirov di civakê de rêz û hirmetê ji mafên xwedîtî, sîyaset, pergala dadwerîyê re digire.

Bawerîya bi pergala dadmend yekser girêdayî desthilatîya qanûnê ye. Dadwerîyeke pêbawer xwedî pêwîstîyeke taybet e, çunku ew kêmar û kesên xwedî nêrîn, jîyan û helwestên cuda diparêze.

– Çanda lêbihurîn û toleransa li gel penaberan: Dîyar e ku ev pîvana guncer (guncan) dide xuyakirin bê heta çi astê xelk bi giştî cihêrengî û pirrengîyê dipejirînin.

– Dilfirehî û toleransa di danûstandina li gel kêmneteweyan: Her weha ev jî pîvaneke guncer e û dide xuyakirin bê heta kîjan astê xelk bi giştî cihêrengî û pirrengîyê dipejirînin.

Encamên bawerîya giştî nîşan didin bê çi qas ji sedî ji xelkê bersiv dane û dîyar kirine ku divê bawerî bi xelkên cuda yên di civaka wan de were. Dîyar e bê çi qas ji sedî bawerîya wan bi kesên bîyanî di civakên wan de tê, ev ji bo pejirandina giştî ya cihêrengîyê pîvaneke baş e. Girêdayî desthilatîya qanûnê, welatên Skandînavyayê encama herî bilind nîşan didin lêbelê ji nav welatên Yekîtîya Ewropayê, welatê ku encama herî nizm nîşan dide Bûlgaristan e.

Girêdayî bawerîya bi pergala dadwerîyê, dîsa welatên Skandînavyayê rêjeyeke bilind a bawerîyê nîşan didin, lêbelê dîsa di nav endamên Yekîtîya Ewropayê  de, rêjeya herî nizm a Bûlgaristanê ye.

Girêdayî dilfirehîya li hemberî penaberan û dilfirehîya li hemberî kesên ji kêmaran, dîyar e ku rêjeya herî bilind li Ewropayê ne tenê li Skandînavyayê tê dîtin, lêbelê ev li welatine din ên Yekîtîya Ewropayê jî  tê dîtin, ku serpêhatîyên wan ên dîrokî bi cihêrengîya çandî re heye, mîna Fransa û Îngilîzistanê.

Encam

Di Yekîtîya Ewropayê de, cihêrengîya etnîkî û civakî, pluralîzma nirxan û awayên jîyanê jî zêde dibin û dîyar e ku heman nirx û awayên jîyanê bere bere li welatên cîran têne bikaranîn. Teorîya ku bi berfirehî tê pejirandin dibêje ku bandoreke neyînî ya cihêrengîya civakî û duberekîya etnîkî li ser performansa aborî û rêxistinî, bipêşvebirina mirovan, hevgirtina civakî û bawerîya giştî heye. Ev teorî li gelek welatên cîran, welatên berendam û dewletên ku nû dibin endamên Yekîtîya Ewropayê nikare were teqezkirin, ji ber ku bêguman wê nikarîbû xwe li hemû welatên Yekîtîya Ewropayê bide teqezkirin. Li wan welatên ku ji mêj ve daye ser rêya Ewropanazasyonê, li wan demokrasîyên ku ji demeke dirêj ve hatine damezirandin, li welatên ku hikûmetên wan baş in û rêjeya performansa  wan a rêxistinî bilind e, bêguman cihêrengîya civakî ne xwedî bandorên neyînî ye. Dîyar e ku pejirandina cihêrengîyê li wan welatên xwedî hikûmetên baş û yên ku performansa wan a rêxistinî berz e, bilindtir e.

 

REFERENCES

Abdollahian, M., T. Coan, H. Oh & B. Yesilada (2008). Dynamics of Cultural Change: The Human Development Perspective.World Values Research 1(4):91-115.

Aleinikoff A and Klusmeyer D (2001) Citizenship Today: Global Perspectives and Practices.Washington: Carnegie Endowment for International Peace.

Alesina, A., and La Ferrara, E. (2005) Ethnic Diversity and Economic Performance. Journal of Economic Literature , 762-800.

Alesina,  A.,  Baqir,  R.,  &  Easterly,  W.  (1999) Public  Goods  and  Ethnic  Divisions.  The Quarterly Journal of Economics , 1243-1284.

Alesina, A., Easterly, W., Devleeschauver, A., Kurlat, S., & Wacziarg, R. T. (2003) Fractionlaization. Journal of Economic Growth , 155-194.

Alexander, A., R. Inglehart & C. Welzel (2012) Measuring Effective Democracy: A Defense, International Political Science Review 33(1): forthcoming

Afonso A, Schuknecht R and Tanzi V (2008) Income Distribution Determinants and Public Spending Efficiency, ECB Working Paper Series No 861,January 2008, European Central Bank, Frankfurt a. Main.

Arikan, G. (2011) Economic Individualism and Government Spending,  World Values  Research 4(3): 73-95.

Arts W. and Gelissen J (2002), Three worlds of welfare capitalism or more? A state-of-the-art report, Journal of European Social Policy 2002; 12; 137

Ash, Timothy Garton (2000). Conclusions. in Sorin Antohi and Vladimir Tismaneanu, eds., BetweenPast and Future. The Revolutions of 1989 and their Aftermath. Central European University Press.

Berg van der J. (2007) Abolishing GDP, Tinbergen Institute Discussion Paper, TI 2007-019/3 Card, D. (1990). The Impact of The Mariel Boatlift on the Miami Labor Market., Cornell  University, School of Industrial and Labor Relations , 245-257.

Díez-Nicolás, Juan (2009). Two Contradictory Hypotheses on Globalization: Societal Convergence or Civilization  Differentiation and Clash,   World Values Research 2(4):77-104.

Easterly, William and Ross Levine (1997), “Africa’s Growth Tragedy: Policies and Ethnic Divisions,”Quarterly Journal of Economics 12(4): 1203-50.

Easterly, William (2001), “Can Institutions Resolve Ethnic Conflict?” Economic Development and Cultural Change 49:4, 687-706.

Esping-Andersen, G. (1990). The Three Worlds of Welfare Capitalism. Cambridge: Polity Press.

Fearon, J. (2003), Ethnic and Cultural Diversity by Country, Journal of Economic Growth, 8(2): 195–222.

Forbes, H. D. (1997). Ethnic conflict: Commerce, culture, and the contact  hypothesis.  New Haven, CT: Yale University Press

Galbraith, J.K. (1958). The Affluent Society. Houghton Mifflin Company, Boston.

Gibson J. (1992), The Political Consequences of Intolerance: Cultural Conformity and Political Freedom, The American Political Science Review, Volume 86, Issue 2, pp. 338-356.

Glaeser, E. L., Laibson, D. I., Scheinkman, J. A., & Soutter, C. L. (2000). Measuring Trust.

The Quarterly Journal of economics , 811-846.

Greenfeld L (1998) Is Nation Unavoidable? Is Nation Unavoidable Today?” In Nations and National Identity, ed.H.P. Kriesi. Chur: Ruegger, pp. 37–54.

Hofstede G (1980). Culture’s Consequences: International Differences in Work Related   Values.

Beverly Hills, CA: Sage Publications.

Hofstede G (1984), National Cultures and Corporate Cultures, in: L. Samovar & R. Porter, Communication between cultures, Belmont, CA: Wadsworth

Inglehart R. and Welzel Chr (2005) Modernization, Cultural Change and Democracy New York: Cambridge University Press

Kaasa, A. (2012) Culture as a Possible Factor of Innovation: Evidence from the European Union and Neighbouring Countries,  Working Paper for SEARCH project.

Kaasa, A. (2012), Governance in the European Union and Neighboring Countries, SEARCH Working Paper.

La Porta, R., F. Lopez-de-Silanes, and R. Vishny (1999), The Quality of Government, ,Journal of Law, Economics and Organization, 15(1): 222–279.

Lijphart, Arend (1999). Patterns of Democracy: Government Forms and Performance in Thirty- Six Countries. New Haven, CT: Yale University Press.

Loughlin I and Peters B.G. (1997). State traditions, administrative reform and regionalization, in

  1. Keating and Loughlin J.(eds.), The Political Economy of Regionalism, London, Routledge, pp. 41-62.

March, J. G. and J. P. Olsen (1989). Rediscovering Institutions: The Organizational Basis of Politics. New York: Free Press; Oxford: Maxwell Macmillan.

Maslow, A. H. (1943) A Theory of Human Motivation, Psychological Review, 50, 370–396.

Mauro, Paulo, “Corruption and Growth,”Quarterly Journal of Economics 110:3 (1995), 681-712.

Mayntz R and Scharpf F. (1995), Der  Ansatz  des  akteurzentrierten Institutionalismus. In Renate Mayntz, Fritz W. Scharpf (Eds.) Gesellschaftliche Selbstregelung und politische  Steuerung. Frankfurt/Main: Campus-Verlag (Schriften des Max-Planck-Instituts für Gesellschaftsforschung Köln, 23), pp. 39–72.

Legatum Institute, Legatum Prosperity Index 2011. Legatum Institute, London.

Nettle D, Grace J, Choisy M, Cornell H, Guegan J-F, Hochberg M. (2007), Cultural Diversity, Economic Development and Societal Instability, PloS ONE/ www.plosone.org, September 2007, Issue 9, e929.

Okediji, T. (2005) The Dynamics of Ethnic Fragmentation: A Proposal For an Expanded Measurement Index, The American Journal of Economics and Sociology, 64(2): 637–662.

Okedji T (2011) Social fragmentation and economic growth: evidence from developing countries. Journal of Institutional Economics, 7, 77-104.

Ottaviano, G. I., and Peri, G. (2006). The Economic Value of Cultural Diversity: Evidence from US Cities. Journal of Economic Geography , 9-44.

Ozgen C., Nijkamp P., Poot J. (2011), The Impact of Cultural Diversity on Innovation, Evidence from Dutch Firm-Level Data, Discussion Paper No 6000, October 2011, Bonn.

Popper, K., The Open Society and Its Enemies, Volume One, Routledge (1945, reprint 2006), Putnam, R. (2007) E Pluribus Unum: Diversity and Community in the Twenty-first Century. The 2006 Johan Skytte Prize Lecture, Scandinavian Political Studies, Vol. 30 – No. 2, 2007, 137-174. Rhodes M. (Ed.) (1996), Southern European Welfare States: Identity, Problems and Prospects for Reform, South European Society and Politics Volume 1, Issue 3, 1996

Samuelson, P.A. (1961). The evaluation of social income: capital formation and wealth. In: F. Lutz and D. Hague (eds). The Theory of Capital. St. Martin’s Press, New York.

Sellers, J. M. and A. Lidstrom (2007) Decentralization, local government, and the welfare state Governance-an International Journal of Policy and Administration 20(4):609-632.Sen, A. (1976). Real national income. Review of Economic Studies 43(1): 19-39.

Schwartz, Shalom S. (2004) Mapping and Interpreting Cultural Differences around the World”,  in Henk Vinken, Joseph Soeters, and Peter Ester (eds.), Comparing Cultures: Dimensions of Culture in a Comparative Perspective, Leiden: Brill.

Sotiropoulos D, Neamtu I, Stoyanova M (2003) The Trajectory of Post-communist Welfare  State Development: The Cases of Bulgaria and Romania, Social Policy & Administration Volume 37, Issue 6, December 2003, pp. 656–673,

Taylor, C. and M. Hudson (1972), The World Handbook of Political and Social Indicators, New Haven: Yale University Press.

Triandis, Harry C. (1995). Individualism and Collectivism. Boulder: Westview Press.

UNDP (2011), Human Development Report 2011,  New York, Palgrave.

Weldon  St  (2006)

The  Institutional  Context  of  Tolerance  for  Ethnic     Minorities.  A Comparative, Multilevel Analysis of Western Europe, American Journal of Political Science, Vol. 50, No. 2, April 2006, Pp. 331–349

Welzel Chr. , Inglehart R. & Klingemann (2003), The theory of human development: A cross- cultural analysis, European Journal of Political Research 42: 341–379.

World Economic Forum (2011) Global Competitiveness Report 2011-2012, World Economic Forum, Geneva.

Check Also

Hiş û Nasname

Sebrî Silêvanî Tîpguhêzîya ji Kurmancîya Behdînanî: Evdo Şêxo   “Miletê amade be bihayê aştî û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *