Home / Çalakî / Koma Sormeyê ya Xwendinê / Koma Sormeyê ya xwendinê romana Cihûyê Xweşkok gengeşe dike

Koma Sormeyê ya xwendinê romana Cihûyê Xweşkok gengeşe dike

Koma Sormeyê ya Xwendinê îroj Şemîyê, 04.02.2017an, rûniştina xwe ya şeşem li Nivîsgeha Kovara Sormeyê ya bajarê Qamişloyê li dar xist. Rûniştina îroj wergera romana Elî Elmuqrî ya li jêr serenavê “Cihûyê Xweşkok” gengeşe kir. Nîqaşa wergerê bi rengekî çalak û berfireh çû serî. Beşdaran rûniştin bi nirxandin, nêrîn û rexneyên xwe yên piralî dewlemend kir. Koma Sormeyê ya Xwendinê spasîya xwînerên beşdar dike. Hêjayî gotinê ye ku rûniştin bi beşdarîya wergêrê berhemê, Evdo Şêxo, hate lidarxistin.

 

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *