Hiş û Hizir

 Sebrî Silêvanî

Tîpguhêzîya Ji Kurmancîya Behdînanî: Evdo Şêxo

 

“Hizir ji sifetên Xwedê ye, Xwedê hizirmend e.”

                                 Baruch Spinoza

 

Jîyan hizirkirin e. Hizir “thought” keda mejî “brain” ye û mejî makîne ye. Felsefe û zanist her du nîşan didin û dipeyitînin ku hizir bi hêza xwe awarte ye. Hizir ew qasî piçûk e ku wekî çûçikekî ji hêlîna serê mirov difire, ew qasî mezin e jî ku gerdûnê bi awayekî sîstematîk hembêz dike.

Daxistina dosyayê wekî PDF

Hizir ne tiştekî heyberî ye, lêbelê mejî tiştekî heyberî ye. Rene Descartes hizir bi hebûnê ve girê dide û dibêje: “Ez hizir dikim, nexwe ez heme.” Mihsin Osman peywira hizirê bi têgihaştina jîyanê ve girê dide û dibêje: “Ew hizira ku alîkarîya mirov di fêmkirina jîyanê de neke, ne hêja ye ku em navê hizirê lê bikin.”1 Immanuel Kant jî tayê hizirê digire. Ew jî bihayê xwezayê kêm nake, lêbelê dibêje ku pêdivîya wê bi hizirê heye: “Bêyî hebûna hizirê, xweza çendî bihêz be, nikare armanca dûmahîkê pêk bîne.”2 Belê, Spinoza, fîlozofê çakîyê, hizirê bi xwedawend ve girê dide û bihayê wê bi yekcarê bilind dike. Ew di vî warî de dibêje: “Hizir ji sifetên Xwedê ye, Xwedê hizirmend e.”3 Ew baş dizane ka çi cudahî di navbera hizir û mejî de heye, îcar ew bi awayekî psîkofîzyolojîk (psychophysiological) der barê hizirê de diaxêve.

Li gor nêrîna wî, hizir û laş yek in. Hizir ew laş e ku em di nav xwe de hest pê dikin. Laş jî ew hizir e ku em li derveyî xwe hest pê dikin. Wate, heger laşê mirov nema, dibe ku navê wî bimîne, ew jî li gor dîrok û dahênanê; lêbelê hizira wî namîne, çunku êdî makîne karê xwe nake. Mebest ne ew e ku bandora hizirê piştî nemanê ye, lêbelê mebest ew e ku hizir wekî sîstema karê mejî ye, çunku hizir berhema mejî ye û tevahîya bizav û livînên laş di bîrdankê de kom dike û diparêze. Dema laş bi dûmahî tê, mejî radiweste, êdî nikare hizir bike; wate hizir bi dûmahîk tê.

“Hizir ji valahîyê nayê, lêbelê ew keda serederîya mirov di gel dorhêlê û bûyerên dîrokê ye.”4 Dîyar e ew serederî di gel dorhêlê û bûyerên dîrokî wekî barek epîstemî derbasî bîrewerîyê dibe û wekî arşîvekê tê hilgirtin. Paşê ew bîrewerî di gel dorhêlê û bûyerên nû karê xwe dike, wî barî/arşîvê vedike û berî ku pêngaveke nû biavêje, tîne bîra mirov.

Dema bersivdana pirsyara berî niha ye: Berê hizir çawa bû?

Em dikarin bi şêweyekî psîkodîrokî (psychohistory) bersivê bidin, ku temenê hizirê jî heye. Li serdema berê, hinek bûnên din ên hizirê hebûm. Her wisa hin peywir û bandorên din -ji yên îroj cuda- hebûn.

Li destpêkê hizir totemî (totems) bû û çarenivîsa mirov radestî desthilatdarîya reha dikir. Wê hingê, xelkê digot ku her madeyek xwedî gîyanekî ye. Ew gîyan azad e û dikare cihê xwe biguhere û sînoran bibezîne. Ji lew re, cureyekî diltengîyê li nik xelkê peyda bû. Tirs bûbû êşek û vedigirt. Êdî her kes ji gîyanê xwe ditirsîya ku madeyeke din wî bi gîyanê xwe dagir bike yan cihê xwe di gel gîyanê wî biguhere. Wê hingê oldar peyda bûn û wan xwest rola xêrxwazan di navbera mirov û gîyanên din de bigerînin. Belê ji ber ku gîyan dûr e û şîyana fêmkirina gîyan zêdeyî hêza wan bû, ji lew re hatina oldaran (clergy) ji bo peydabûna cadûbazî û efsûnê înîsîyatîvek bû. Wê rolê, pileya oldaran heta bi radeya pîrozbûnê di nav civakê de bilind kir û mirovê nezan bû dîl û li bext û barê helwest û biryarên wan ma û ew jî pabendên berjewendîyên xwe yên kesane bûn.

Dîyar e ku berjewendîyên oldaran di gel ên cadûbazan neguncan, rihên oldaran di dest cadûbazan de bûn, ji lew re ewên dawî cilik ji bin pêyên wan kişand. Cadûbazan serî ji oldaran stand û hizira xwe ya cadûbazîyê li ser xelkê wê serdemê, wekî alternatîv, sepand. Oldar “Clergy” destevala man, tişt nemabû ku bibin paleyên pîşeyî, hedara wan nema. Çawa dikarin desthilatî û samanê bi temamî ji cadûbazan re bihêlin? Ew û cadûbaz hev û du nas dikin lêbelê xelk wan nas nakin. Oldaran ji boyî xwe li hinek mirîd û hewadaran gerîyan da ku wan fêrî cadûbazîyê bikin û wan bikin hevrikên mezin ên cadûbazên berê. Ev kar ne ew çend hêsan bû, çunku cadûbazî jî girêdayî nenasî û nedîyarîyê ye.

Piştî demekê, hizira olî hat û cihê hizira cadûbazîyê girt. Xelkê zanîbû bê efsane û cadûbazî çi ne, lêbelê pirsyareke din li nik wan çêbû: Ol çi ye?

Dîyar e ku olê xwest dar ji nîvî ve bigire û wekî pêdivî bersiva hemû pirsyarên mirov neda. Mirov bûbû xwedan bîrewerî, ji lew re pirsyarên nû yên der barê gîyan û hebûnê de avêt ber olê. Ew bû sedema ku olên Rojhilatê derkevin û pêwendîyê di navbera mirov (zemîn) û Xwedê (esman) de girê bidin.

Piştî van her sê hiziran, hizireke din a bi navê hizira azad peyda bû. Hizira azad, ramana hizira vekirî ya dûrî totem, cadûbazî û oldarîyê dide. Ji lew re ber bi hin asoyên nû ve çû, heta ku di encamê de felsefe hate damezirandin.

Hizir samaneke mirovane ye û li nik her kesî heye, lêbelê ji kesekî heta kesekî din cuda ye. Ew jî li ser metodê dimîne, ka kengî û çawa mirov wê hizirê bi kar tîne. Hemû kes hizira xwe wekî hev bi kar nayînin.

Hin kes hizira xwe ji bo birêvebirina karûbarên jîyana xwe ya rojane bi kar tînin û hin kesên dî metodên taybet digirin û li ser berdewam dibin. Ew kes bi hizira xwe dibin xwedan şêwaz û bandoreke taybet li derûberê xwe dikin. Hin kesên dîtir jî hene ku hizira xwe piştî azmûn û xwendinên berdewam, wekî teorî yan metod di nav civakê de belav dikin û dest bi teorîzekirin û damezirandinê dikin, aha ew kes hêdî hêdî ber bi cîhaneke dî ve diçin; dibêjine wê cîhanê, felsefe.

Nîşe û Lêveger:

  1. Mihsin Osman, Hizirkirin Di Pirsên Felsefeyê De, çapa yekem, Çapxaneya Rewşenbîrîyê, Hewlêr, 2001, rû: 336.
  2. Gilles Deleuze Felsefeya Rexnegirîyane ya Kant, wergera ji bo zimanê Erebî: Samî Elhac, Sazîya Zankoyî ya Lêkolîn, Weşandin û Belavkirinê, Beyrût, çapa yekem, 1997, rû: 5.
  3. Baruch Spinoza, Sincnasî, çapa yekem, wergera ji bo zimanê Erebî: Celaledîn Seîd, Rêxistina Erebî ya Wergerê, Beyrût, 2009, rû: 83.
  4. Mihemed Seîd Eleşmawî, Berhema Hiş Di Rêbazên Çarenivîsa Mirovane De, çapa sêyem, Elintişar Elerebî, Beyrût, 2004, rû: 41.

Check Also

Hiş û Nasname

Sebrî Silêvanî Tîpguhêzîya ji Kurmancîya Behdînanî: Evdo Şêxo   “Miletê amade be bihayê aştî û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *